• Mezlûm Ebdî: Ev êrişên dewleta Tirk gihiştin asta ragihandina şerî, jiyana sivîlan dixin tehlûkeyê û şerê me yê li dijî DAIŞ´ê jî sabote dikin. Bi tehlûkeya zêde dibe ya terorîzmê re, hevkarên me yên koalîsyonê xwedî berpirsiyariyeke mezin in di warê pêşîgirtina êrişên Tirkan ên wiha de.

Dewleta Tirk doh êrişî wesaîteke sivîl kir li Dirbêsiyê û welatî birîndar kirin, di heman demê de gava şehîdên Gurzê Gelan li Til Temirê dihatin veşartin jî, wê êrişî gundewarên Til Temirê kir. Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî êriş weke ragihandina şer nirxandin û bang li koalîsyonê kir da ku êrişên dewleta Tirk asteng bike. 

Balafirên dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê navçeya Dirbêsiyê erebeyek kir hedef û di encamê de hin welatî birîndar bûn. ANHA´yê da zanîn ku êriş li rojhilatê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, li nêzî gundê Xerzê pêk hatiye. Êriş doh sibehê çêbû. Li maşîna sivîl a bûyî hedef jî ziyaneke mezin çêbû. Hîna QSD´ê fermî piştrast nekiriye, ka êriş bi dronên bi sîleh bûye yan na.

Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Citlê yê gundewarê rojavayê navçeya Dirbêsiyê jî kir armanca êrişan. 

Meclisa Gel a Qamişloyê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker wek tolhildana DAIŞ`ê pênase kir û got, “Çi qasî dewleta Tirk sûcên xwe li dijî herêmên me pêk bîne jî, em ê bi fikra xwe ya demokratîk, terorê têk bibin.” 

Meclisa Gel a Qamişloyê bi amadebûna endamên meclisê û Şaredariya Gel daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Gel a Qamişloyê Silêman Ebo Bekir daxuyanî xwend û got, “Êrişa DAIŞ`ê bi destê dewleta Tirk a dagirker bû. Erdogan ev têkbirin qebûl nekir û dest bi hilanîna tola DAIŞ`ê kir.”

Silêman Ebo Bekir got, dewleta Tirk a dagirker dixwaze tola xwe bi rêya têkbirina destketiyên herêmê hilde û êrişî Dêrik, Mexmûr û Şengalê kiriye, binesaziya herêmê xirab dike û dixwaze herêmê dorpêç bike û şêniyan neçarî koçberiyê bike. Silêman Ebo Bekir wiha peyivî: “Em dibêjin, çi qasî dewleta Tirk kiryarên xwe li dijî herêman pêk bîne jî, em ê bi fikrê xwe yê demokratîk terorê têk bibin, em ê li hember van komplo û pîlanan têbikoşin.

Em bang li hêzên cîhanî dikin ku destwerdaneke li ser esasê rawestandina terorîst Erdogan bikin û destwerdanên wî ji bo dewletên cîhanê û herêmên derdorê rawestînin.”

 

Di dema veşartina cenazeyan de êriş kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gava ku li Til Temirê şehîdên Gurêz Gelan dihatin veşartin, doh nava rojê, dever topbaran kir. 

Êrişên dagirkeran li dijî gundên Til Şenan yê bakur rojilatê Til Temirê û gundên Dirdara û Qibûr El-Qeracînê yên bakurê navçeyê bûn.  

Topbaran hemwextî veşartina cenazeyên şehîdên Gurzê Gelan li navçeya Til Temirê pêk hat.

 

Til Temirê 3 şehîdên xwe veşartin

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê doh cenazeyên 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan spartin axê. Diyaudîn Îbrahîm, Silêman Emîn û Ebid El-Cuma di dema pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn. Her sê cenaze li goristana şehîdan a li bakurê bajarê Til Temirê hatin veşartin. 

Gava merasîm pêk dihat, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de xuya dikirin û dihatin bihîstin. 

Di merasîmê de endamên malbatên her sê şehîdan jî axivîn û soza dewamkirina têkoşînê li hemberî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da. 

 

Erka koalîsyonê pêşîgirtina li Tirkan e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di ser hesabê xwe yê twitterê nerazîbûna xwe ji êrişan û xemsariya koalîsyonê ji êrişan nîşan da. Wî got, "Bombekirina Tirkan a a li dijî Eyndîwer û Dêrikê bi şehîdbûna sivîl û şervanan bi encam bû. Wan derb li binesaziya giştî jî da. Di nava vê de bendavek û santraleke elektrîkê jî heye. Ev êriş gihişt asta ragihandina şerî, jiyana sivîlan dixe tehlûkeyê û şerê me yê li dijî DAIŞ´ê jî sabote dike.

Bi tehlûkeya zêde dibe ya terorîzmê re, hevkarên me yên koalîsyonê xwedî berpirsiyariyeke mezin in di warê pêşîgirtina êrişên Tirkan ên wiha de."

QAMIŞLO