Weke lehiyê biherikin Kolnê

Sêşem 6 Sibat 2024 - 03:45

  • Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê TJK-E, KON-MED’ê bi daxuyaniyan banga beşdarbûna meşa li Kolnê kirin. Herwiha li Essen û Dûîsburgê jî, civînên gel hatin lidarxistin û bang li gel hate kirin ku mil bidin milê hev û biherikin Kolnê.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlîbûna meşa girseyî kir ku wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin. TJK-E ‘yê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku jinên Kurd 25’emîn salvegera dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ya ku bi komployeke navneteweyî revandina wî ya li girava Îmraliyê pêşiwazî dikin û wiha hate gotin:“Sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Rêbertiya me 25 salên xwe temam dike. Azadiya Rêber Apo wezîfeya dîrokî ya me jin û gelan e. Berpirsyariya bi ser xistina vê wezîfeyê jî herî zêde dikeve ser milê me jinên Kurdistanî. Lûtkeya hemû çalakiyên ku me di çavçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de daye destpêkirin, wê meşa dîrokî ya 17’ê Sibata 2024’an a li Kolnê be. Bi vê meşê em jin bi coş û kelecaneke mezin xwe amade dikin û pêşengiyê dikin. Em bawer dikin ku em ê 17’ê Sibatê bibin dengê azadiyê. Em ê dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo. Em ê dengê xwe li çiyayên xwe, li her devera Kurdistanê, li Rojhilata Navîn li ser dengê berxwedêran zêde bikin. Li ser vî bingehî di serî de jinên Kurdistanî em bang li her kesê azadîxwaz, her kesê ku jiyana bi mirovane û bi heq dixwazin dikin ku bi rengekî xurt tevlî meşa mezin a dîrokî ya li Kolnê bibin ku 17’ê Sibata 2024’an wê were lidarxistin.’’

Bêdengî mirin e

Li bajarên Essen û Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi boneya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê civînên gel hatin lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê, civîna gel hat li darxistin. Piştî rêzgirtinê Parlamentera berê ya HDP’ê Pero Dundar axivî. Dundar anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdek giran de ye û got:“Her qad ji bo me qada têkoşînê ye. Bê dengî mirine. Edî dem dema azadiyê ye. Dem dema têkoşinê ye. Wê faşîzm têk biçe. Divê di 17’ê Sibatê de em mil bi mil biherîkin Kolnê û tevlî meşê bibin.” Civîn bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Li bajarê Dûîsbûrgê jî bi heman armancê civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi pêsengiya Meclîse Jinê ya Asya Yûksel û Meclîsa Gel a Dûîsbûrgê li Mala Kurda a Dûîsbûrgê hat lidarxistin. Bi sedan welatî tevlî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nilufer Koç axivî. Koç, bal bire bi ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya jiyanê hemû planên emperyalîstan vala derxistin. Niha jî bi tecrîdê dixwazin ji Rêber Abdullah Olcalan tolê hilînin. Ji bo vê jî divê gelê Kurd û dostên wan di 17’ê Sibatê de biherikin Kolnê û cihê xwe di meşê de bigrin.” Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû. Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) û 5 federasyonên girêdayî wê jî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo meşa 17’ê Sibatê ku wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. Di civîna ku Hevserokên Federasyonê jî amade bûn de, li ser amadekariyên beriya meşê hin nîqaş û pêşniyar hatin kirin. Pêkhateyên Federasyonê diyar kirin ku wan lez daye xebatên xwe yên ji bo Meşa Azadiyê ku wê sed hezaran Kurd û dostên wan tevlî bibin û got:“Armanca me ew e ku bi rêya komîsyonên ku bi ruhê seferberiyê hatine avakirin ji heft heta heftî salî xwe bigihînin her kesî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.