Weke lehengan hatin pêşwazî kirin

Şemî 18 Adar 2023 - 01:43

Girtiyên Behdînanê Şivan Seîd Berojkî, Herîwan Îsa û Eyaz Kerem piştî ku cezayên wan temam bûn, ji girtîgehê hatin berdan. Biryar bû Guhdar Zêbarî jî li gel wan were 

berdan, lê ji ber ku Dadgeha Hewlêrê 7 mehên din cezayê hepsê lê birrî, ew nehate berdan. Bi her halî, her sê girtiyên siyasî yên Behdînanê Şivan Seîd, Herîwan Îsa û Eyaz Ekrem piştî hatin berdan, berê xwe dan Dihokê. Li Dihokê xelkê ew bi kulîlkan û sloganên azadî pêşwazî kirin.

Şivan Seîd, Herîwan Îsa û Eyaz Kerem jî bi nîşanên serketinê, dan zanîn ku ji ber cezayê li wan hatiye birrîn îradeya wan nehatiye şikandin. Xelkê û malbatên wan ew bi şahî û cejnê pêşwazî kirin. Çalakvanê siyasî Mela Şivan Beroşkî bi boneya pêşwazîkirina girtiyên siyasî yên Behdînanê, malavahiya tevahiya kesên di ber azadiya girtiyln Behdînanê de xebitîne kir. 

Ji çalakvanên siyasî Eyaz Kerem jî got, dilê wan hîna li gel du hevalên wan “ên hîna di zindanê de” ye. Wî behsa Şerwan Şerwanî û Guhdar Zêbarî kir û got, ceza li wan hatiye birrîn ne li gorî qanûnan û zilm li ser wan dewam dike. Eyaz Kerem xwest ew jî tavilê bên berdan û wiha peyivî: “Ez bawer im bi îradeya cemawera Behdîna û xelkê Herêmê, êdî ew jî li nava Zîndanê derkevin.” 

Xelkê got, girtiyên Behdînanê qehreman in û peyama wan azadî û aştiye.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.