Weke karmend çû Enqerê

În 4 Îlon 2020 - 17:00

  • Çavuşoglu  piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re got, ew li ser şerê hevpar ê li dijî PKK´ê peyivîne.

Serokê Kurdistana Federe li Iraqê Nêçîrvan Barzanî doh tevî heyeta pê re ji bo hevdîtinên fermî bi wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Tayyip Erdogan re kirin. Wezîrê Çavuşoglu piştî civînê mesele hemû bi çend gotinan got, "Me têkiliyên du alî û şerê hevpar ê li dijî PKK´ê minaqeşe kir."
Nêçîrvan Barzanî, Safîn Dizeyî û heyata Kurdistana Federe ya Iraqê, doh li enqerê pêşî bi Çavuşoglu re civiyan. Piştî civînê wezîrê dewleta Tirk a ku Kurdistan federe dagir dike got, "Me têkiliyên du alî û şerê hevpar ê li dijî rêxistina terorîst PKK´ê minaqeşe kir." Piştî van gotinên ku li ber Nêçîrvan Barzanî hatin kirin, û Nêçîrvan Barzanî hîç dengê xwe nekir, êdî ti maneya daxuyaniyên wî jî neman. Barzanî piştî vê hevdîtinê çû qesra Erdogan û bi wî re jî rûnişt. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, hîna encama civînê nehatibû eşkerekirin.

Gelo çû sîxuriya hevdîtinan bike?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ajansa fermî ya dewleta Tirk bi xwe jî di nûçeya xwe de muhim dît ku bibêje, "Beriya serdana Barzanî ya Enqerê, ew li Bexdayê bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û lîderên Iraqî di navê de serokwezîr Mustafa El-Kazimî û serokkomar Berhem Salih jî hebûn."
Parlamenterê Iraqê Dr. Xalib Mihemed li ser serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê facebookê peyamek weşand û got, “Barzanî çûye agahiyên di civînên Fransa û Iraqê de, yên ku elaqedarî Tirkiyeyê ne, bigihîne Tirkiyeyê. Cîgirên Barzanî jî bi rêya televziyonê zanîne ku wê Barzanî biçe Tirkiyeyê. Ma ne şerm e, xaka te were dagirkirin, welatî şehîd bibin, bêrêzî were kirin û tu biçî welatê neyar. Nêçîrvan dû cîgir hene, Mistefa Seîd Qadir û Şêx Cehfer. Ev jî ji televziyonê zanîne ku Barzanî çûye Tirkiyeyê."
Parlamenterekî din ê Kurd ê Iraqê, Hoşyar Ebdula bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk rojane xelkê sivîl dike hedef, weke ku titşek nebûyî Nêçîrvan Barzanî jî bi Çavuşoglu û Erdogan re nan dixwe. Wî ev yek weke "bêrêziya herî mezin ya li hemberî hestê gel û bi taybetî jî kesên berdêl dayî” bi nav kir.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.