Weke fikrên wî divê ew jî azad be
Çarşem 19 Hezîran 2024 - 02:40
- Dostên Kurdan ku kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bi rêve dibin, li dijî tecrîda li Îmraliyê bi çalakiyên rojên ‘Diyalogên bi Ocalan re’, fikrên wî berbelav dikin. Çalakiyên ku li zêdetirî 40 bajarî pêk hatin, wê heta 25’ê Hezîranê dewam bikin.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Johannah Wegner ku tevlî çalakiya li Berlînê bû got:’’Me ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan rûreş bikin, helwesta xwe nîşan da. Rêber Abdullah Ocalan divê weke fikrên xwe, fizîkî jî azad bibe.’’
Weke fikrên wî divê ew jî azad be
Fikrên wî belav dikin û tecrîdê hildiweşînin
Li dijî tecrîdê fikrên wî berbelav dikin
Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’an hate destpêkirin de, bi dirûşmeya ‘Rojên Diyalogê’ de çalakî tên lidarxistin. Li welatên weke Elmanya, Swêd, Spanya, Fînladiya, Îtalya, Kolombiya, Katalonya, Polonya, Kenyayê, li zêdetirî 15 welatan, li zêdetirî 40 bajaran, çalakiyên weke, danasîna pirtûkan, standên agahdarkirinê, şano, xwendinên ji nivîsên girtîgehê, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê hwd. tên lidarxistin.
Wergerandin zimanên cuda
Li paytexta Elmanya Berlînê, endamên Kevana Zêrîn, Koroya Wîderklang Chor û YJK-E’yê, di çarçoveya ‘Bi Abdullah Ocalan re Rojên Diyalogê’ de, ji bo balê bibin ser tecrîda li Îmraliyê, li Meydana Mariannenplatzê, performansek lidarxistin. Jinên Kurd û Enternasyonalîst, li gel strana ‘Amara’ performansa xwe pêkanîn û li gel vê strana ’Navê wê’ ya Awazê Çiya jî gotin. Nivîsên piçûk ên ji paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan jî, li derdorê daleqandin. Nivîsên ku bi zimanên cuda hatibûn nivîsandin, bi kulîlkan hatin xemilandin.
Divê azadiya wî pêk were
Ji Enternasyolanîstan Johannah Wegner got:’’Em ji bo li taxên Berlînê fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin, me ev çalakî lidarxist. Ji bo em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in li girtîgeha li Tirkiyê tê dîlgirtin rûreş bikin, me helwesta xwe nîşan da. Rêber Abdullah Ocalan weke fikrên xwe, divê fîzîkî jî azad bibe. Ew jiyaneke demokratîk pêşkêşî gelan dike. Me xwest hem vê felsefeya wî ya jiyanê bidin nasîn, hem jî yên li dijî vê felsefeya jiyanê radiwestin, rûreş bikin.’’
Fikrên wî hêviyê dide
Rosa Mies jî got:’’Ez ji bo paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a demokratîk, azadîxwaziya jinê û xwe dispêre civakeke ekolojîk berbelav bikin, tevlî vê çalakiyê bûm. Bi paradîgmaya Rêber Ocalan li Rojava gel bi hev re jiyan dikin. Me xwest vê yekê nîşan bidin.’’ Mîes diyar kir ku weke jineke ciwan a enternasyonalîst, wan nîşan daye ku ew ti carî êrişên dewleta Tirk ên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin û sîstema tecrîdê qebûl nakin, bang li CPT’yê kir ku erkên xwe bicîh bîne.
Li Gundê geliyê Varaîta ya Îtalya
Li Îtalyayê li geliyê Varaîta li gundekî, civîneke li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Gundê, cotkar, malbat, karkerên demsalî û xwendevan tevlî civînê bûn. Piştî nîqaşê kesên beşdar ji bo dîtinên xwe parve bikin, li xwarina êvarî hatin gel hev.
Jiyana Ocalan hate vegotin
Li bajarê Lleida yê Katalonyayê jî bi pêşengiya koma piştgiriyê ya Ponent am Kurdistan, bi hevkariya Jîneolojî, şanoyeke ku jiyana Ocalan tê de tê vegotin hate nîşandan. Piştre li ser fikrên wî nîqaş hatin kirin. Li bajarê Girona yê Katalonyayê jî, ji aliyê înîsiyatîf û komên cuda panelek hat lidarxistin û li ser têgehên neteweya deokratîk û konfederalîzma demokratîk nîqaş hatin kirin.
Pirtûkên wî hatin danasîn
Li Swîsreyê bi wesîleya salvegera girêdana bajarê Gossau ya bi kantona St. Gallenê, ji bo 3 rojan li festîvala ’1200 Jahre Gossau’ standek hate danîn û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin danasîn. Ji bo bişînin CPT’yê re, name hatin îmze kirin.