• Rapora DFG'ê ya binpêkirina mafên rojnamevanan a Adarê nîşan dide ku şerê dewleta Tirk li dijî ragihandina rastiyê dewam dike. Ji bilî êriş, cezakirina rojnamevanan û saziyên weşanê, hîna 76 rojnamevan di hepsan de ragirtî ne.

Li gorî rapora DFG’ê ya binpêkirina mafên rojnamevanan a Adarê, rojnamevanek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamevanan ceza hat birrîn; dozên li dijî 106 rojnamevanan dewam dikin. Rapora DFG'ê eşkere nîşan dide ku dewleta Tirk bi van binpêkirinên mafan û zextan şerekî li dijî ragihandina azad bi rê ve dibe. Halê hazir di hepsên dewleta Tirk de 76 rojnamevanên girtî hene û bi vê hejmarê, dewleta Tirk yek ji hepsên herî mezin ên rojnamevanan e.

Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamevanan” a Adarê eşkere kir. DFG'ê got, Adarê jî azadiya çapameniyê li paş maye û dewletê rojnamevan hedef nîşan dane: “Armanca bingehîn a hedefnîşandana rojnamevanan girtina çav û guhê gel e. Desthilat naxwaze civak rastiyan bibîne û bibihîze. Çavkaniya zextên li ser rojnamevanan ev daxwaza desthilatê ye.”

Êdî rojnamevanan berdin

DFG'ê xwest rojnamevanên girtî hemû bên berdan û zextên li dijî rojnamevanan bên bidawîkirin. Li gorî raporê, di Adarê de rojnamevanek hatiye kuştin; 6 rojnamevan kirine nezaretê; li 11 rojnamevanan ceza hatiye birrîn û dozên li dijî 106 rojnamevanan dewam dikin.

1 hat kuştin 11 hatin cezakirin

Li gorî rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a DFG'ê, ev maf û azadiyên rojnamevanan Adarê hatine binpêkirin: 
* Rojnamevanên kirine nezaretê: 6
* Rojnamevanên êriş li wan hatine kirin: 1
 * Rojnamevanên hatine kuştin: 1
* Bûyerên astengkirina rojnamevanan bi destê hêzên dewleta Tirk: 3
 * Rojnamevanên ketine ber lêpirsînê: 2
 * Rojnamevanên hatine cezakirin: Li 11 rojnamevanan 29 sal û 6 meh û 16 roj cezayê hepsê û 14 hezar û 80 TL cezayê pere hatiye birrîn. 
* Rojnamevanên dadgehkirina wan didome: 36 dosya û 106 rojnamevan
 * Rojnameyên ku cezayê îlan û reklamê li wan hatiye birrin: 2 rojname û 7 roj ceza
* Cezayên RTUK’ê: 2 TV û 4 ceza
 * Astengkirina malperên înternetê: 120 nûçe û 2 malperên înternetê 
* Hejmara rojnamevanên girtî (heta 6’ê Nîsan 2021’an): 76

NAVENDA NÛÇEYAN