• HPG´ê da zanîn ku gerîlayan weke baz li dagirkerên dewleta Tirk ên li ser Girê Şehîd Munzur daye, gir di nava 10 deqîqeyan de bi dest xistiye û gerîla çûne ser 8 cenazeyên dagirkeran.  

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker operasyoneke şoreşgerî bi rê ve bir. Di çalakiyê de gelek dagirker hatin cezakirin û gerîla jî çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran. Gerîlayan ji ser dijmin, gelek çek û malzemeyên leşkerî jî rakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê eşkere kir. Ev operasyon di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hatiye kirin. HPG'ê li ser operasyonê got, "Hêzên me yên gerîla di navbera 8-9'ê Kanûnê de li devera Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê, li dijî dagirkeran bi taktîkên dema nû yên gerîla, Operasyoneke Şoreşgerî ya koordîneyî li dar xist. Agahiyên berfireh ên li ser Operasyona Şoreşgerî ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hate lidarxistin wiha ne:

Gerîla çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran

Destpêkê 8'ê Kanûnê saet di 14:00´an de li Girê Şehîd Munzur bi çekên giran derbên xurt li çeperên dagirkeran hatin xistin. Piştre jî tîmên me yên gerîla yên bi tevger, ketin nava liv û tevgerê û ji 5 baskan ve çeperên dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên êrişê yên profesyonel ên yekemîn û duyemîn nîvê şevê saet di 01:00 de bi rengekî koordîneyî avêtin ser 2 çeper û kamelyayeke dagirkeran. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi bombeyan û çekên ferdî li kamelyaya dagirker tê de, xist. Hêzên me li vê kamelyayê 5 dagirker ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, bombeavêjek, çekek BKC, çenteyek û gelek alavên leşkerî ji ser wan rakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xist. Hêzên me di demeke kurt de çeper xistin û 2 çeper bi temamî îmha kirin, çûn ser 3 cenazeyên dagirkeran. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî di heman demê de li dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzur reşand. Di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de baskên çalakiyê yên çaremîn û pêncemîn jî bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin û hedef îmha kirin.

Di 10 deqîqeyan de gir bi dest xistin

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi rêbaza baz, ji nişka ve û bi tundî derb li operasyona dagirkeran xist. Tîmên me yên bi tevger jî bi rêbaza lêdanê ya Apoyî di nava 10 deqîqeyan de hedefên li ser gir hemû bi dest xistin. Hêzên me ti windahî nedan. Di encama vê çalakiya serketî de gelek dagirker hatin cezakirin, hêzên me çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, çekeke bombeavêj, çekek BKC, çenteyek û gelek malzemeyên leşkerî desteser kirin.

Ev operasyona şoreşgerî, di şexsê hevrêyên me yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî bi namerdane şehîd hatin xistin, ji bo hilanîna tola şehîdên me hemûyan hate kirin."

HPG´ê li ser êrişên dagirkeran jî ev agahî dan: "7’ê Kanûnê saet di 11:00´an de li herêma Garê devera Deriyê Hirçê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 7 û 9'ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê deverên Girê Cûdî, Girê Şehîd Rûbar, Kûnîşka, Sîda û Şamkê bi balafirên şer û bi qereqolên li ser sînor bi obusan bombe kir."

BEHDÎNAN