Wekaleta mexdûran girtin û dozê li dewleta Tirk vedikin Bi dronan terorê dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 9 Îlon 2022 - 21:09

  • Sê parêzerên Belçîkî yên çûn Mexmûr û Şengalê, wekaleta mexdûrên êrişên bi dronan ên dewleta Tirk wergirtin û ji bo ku êriş bisekinin wê dozê li DMME´yê vekin û kampanyayekê bi rê ve bibin.

Piştî êrişên balefirên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê û Şengalê, sê parêzerên Belçîkî çûn Mexmûr û Şengalê. Her sê parêzer li cihên êrişan lêkolîn kirin û diyarkirin ku divê li herêmê balefirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk werin qedexekirin.

Parêzerên Belçîkî Selma Benkhelîfa, Joke Callewaert û Georges-Henri Beauthier beriya niha bi demekê çûn Şengal û Mexmûrê, êrişên dewleta Tirk ên bi droneyan di cih de dîtin û wekaleta mexdûrên êrişan û malbatên kesên di êrişan de şehîd bûne, girtin ser xwe. Parêzer vegeriyan Ewrûpayê û wan daxuyaniyek weşand.

Van hersê parêzerên Belçîkî got, “Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li Iraqê tên terorîze kirin û bi dronan li Iraqê tên qetilkirin.” Wan got, ew ê weke parêzerên mexdûran dozê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayî (DMME) li dijî dewleta Tirk vekirin û kampanyayekê ji bo qedexekirina droneyên Tirk li ser Mexmûr û Şengalê bidin destpêkirin. 

Dawiya Tîrmehê ya sala 2022’yan Iraqê, ji ber kuştina 9 sivîlan bi droneyên dewleta Tirk li Zaxoyê, giliyê Tirkiyeyê ji Neteweyên Yekbûyî re kir. Ji ber êrişên hovane yên ser bi axa Iraqê de li herêmê Kurdan bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Em çûn guhdarî kirina li qurbanî û malbatên wan. Çawa ku em vegeriyan, bi êrişeke nû ya bi droneyan a 29’e Tebaxê ya li dijî Wargeha Mexmûrê ya roja duşemê em matmayî man.”

Mexdûrêîn qirkirinê xwe bêparastin hîs dikin

Heyeta parêzeran çû Şengalê jî û li ser vê serdana xwe got, “Destpêkê em ji bo naskirina Êzîdiyan çûn ên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve zilm li wan tê kirin û gefa qirkirinê li wan tê xwarin.

Li gundê Xanesorê yê Şengalê li nêzî sînorê Sûriyeyê, em ji nişkan ve rû bi rûyê gefa mayînde ya vê rastiyê bûn:

Dronek di ser me re difiriya.

Xelk hemû ji van kujerên li asîmanan ditirsin. Dronên Tirk her roj li ser gundê wan diçin û tên.

Me, dayika xwendekarekî ciwan ê di êrişa li dijî nexweşxaneyê de hat qetilkirin û bijîşk bi xwe jî hat qetilkirin, nas kir. Me dayika siyasetvanekî Êzîdî yê êrişa li dijî erebeya wî de hat qetilkirin jî nas kir. Piştre me zarokeke di êrîşa li dijî navenda civakê de bi xedarî birîndar bûbû jî nas kir. Hat bîra yekî/ê ku keçikeke piçûk hatiye revandin û firotin. Li gorî Êzîdiyan, rejîma Erdogan, polîtîkaya qirkirinê dewam dike”.

Parêzer di daxuyaniya xwe de behsa fermanên Osmaniyan li dijî Êzîdiyan dikin yên ku 275 salan heta 1915´am dewam dikin û wiha paşê got, “DAIŞ’ê qirkirina Êzîdiyan dewam kir. Gel bi kujerên Dewleta Islamê re şer kir û ew qewirand. Niha rû bi rûyê êrişeke nû ye û xwe bê parastin û bêalîkarî his dike.”

Em hêrs kirin

Parêzer paşê berê xwe didin deşta Mûsilê û Mexmûrê dîsa û dibêjin: “Me xelkê wargehê nas kir. Ji me re gotin, wargeh piştî sala 1997’an ku malbat neçar hatine hiştin ku terka mala xwe bikin û xaniyên wan ji aliyê artêşa Tirk ve hatine şewitandin ava bûye. Gundî, sala 1994’an ji gundê xwe reviyan û Tirkiye ji hingê ve wan dişopîne. Mal û jiyaneke nû ji xwe re li çol û çolistana li Iraqê ava kirin. Zilma Tirkiyeyê ya li wan dewam dike.

Dewleta Tirk bi hinceta şervanên PKK’ê ne, wan bi dronan dike hedef. Lê qurbanî sivîl in. Jina 73 salî ya me ew nas kir, sê jinên ciwan ên keriyê xwe diçêrandin ku di nav wan de keçikeke 16 salî ya şîr didot jî hebû.

Wargeha Mexmûrê, 250 km dûrê Tirkiyeyê ye û ne ti gef e ji bo wê.

Li hemberî van kuştinên neyasayî û nerewa, em matmayî û hêrs dibin. Divê bikaranîna droneyan ya ne li gorî hiqûqa navneteweyî, bê qedexekirin û di çarçoveya hiqûqî de kiryariyên yasayî bên kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.