Wêjeya kurdî teyisandina cewherê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 4 Nîsan 2025 - 00:55

  • Helbestkar Dildar Welat ê ku tevî çavên wî tam nabîne jî ji bo nivîsandinê li berxwe dide, têkildarî ziman û wêjeya kurdî got:" Zimanê kurdî xwedî dîrokeke pir qedîm e. Wêjeya kurdî jî teyisandina cewhera xweza û qedîmdîroka warê Gelê Kurd e."

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Dildar Welat ê ku ji ber nexweşiyê çavên wî tam nabîne tevî hemû zor û zehmetiyan di warê nivîsandina bi zimanê kurdî de xwediyê kedeke mezin e. Dildar Welat pirtûka helbestê ya yekem a bi navê 'Ronya' çap kiriye. Dildar Welat berhema Ronya wekî wêneyekî ji têkoşîna li dijî tarîyê û tarîperestan pênase dike. 

Dildar Welat têkildarî berhema xwe ya bi navê Ronya, ziman û wêjeya kurdî, têkoşîna li dijî êrişên li ser ziman û wêjeya kurdî nêrînên xwe anîn ziman. Dildar Welat got: "Berî her tiştî pêwîst e her dê û bavê kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda kurdî bi wan bidin hezkirin. Hemû êrîşên li ser ziman encax bi pêşxistina rojeveke neteweyî û rêxistinkirî were berterefkirin."

Dildar Welat ji ber nexweşiyê piraniya ronahiya çavên xwe winda dike lê dîsa jî bi xwe hînî nivîsandinê dibe. Dildar Welat wiha behsa vê pêvajoyê dike: "Min bi helbestê dest bi nivîsandinê kir. Ji zaroktîyê de wêje û huner di rihê min de hebû. Di zaroktîyê de min ji ber xwe ve stran diafirandin û digotin, ritim lêdidan. Sala 94'an di pêvajoya xerakirina gundan de, gundê me jî xera bû. Me jî koçî bajar kir. Ji ber hezkirina min a çûyina dibistanê pir mezin bû û xeyalê ku ez ê bixwînim, binivîsînim gelekî mezin bû, min li berxwe dan. Min pir hewl da, lê hemû vala diman. Lewra di zarokatîyê de ji ber nexweşîyekê min piranîya ronahiya çavê xwe wenda kiribû û mixabin dibistanan min qeyd nedikirin ! Vê yekê pir xem û êş dida min û ji bo gihiştina xeyalan hêrsa min jî zêdetir dikir. Di wî temenî de min xwe bi derfetên pir zehmet fêrî xwendin û nivîsandinê kir. Di sala 2004’an de min dest bi nivîsandina hestên xwe kir, lê bi zimanekî biyanî û veşartî  Di sala 2006’an de min helbest û nivîsên xwe bi kurdiya xwe ya şêrîn, nivîsî û wisa berdewam dikim."

Ronya wêneyekî têkoşînê ye

Dildar Welat ê ku bal kişand ser berhema xwe wiha got: "Min berhemeke helbestê bi navê Ronya daye çapkirin. Naverok jî ji rasteqînhestên ku mirov jîyaye pêk tê. Gel û welat, şoreş û doz. Û evînên nîvmayî... Yanî dikarim bibêjim Ronya wêneyekî ji têkoşîna li dijî tarîyê û tarîperesta ye."

Wêjeya kurdî teyisandina cewherê ye

Dildar Welat bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û wêjeya kurdî û wiha pê de çû: "Zimanê kurdî xwedî dîrokeke pir qedîm e. Lewra divê her kurd xwe wekî berpirsyarek û têkoşerek/î pêşxistina zimanê kurdî bibîne. Li dijî polîtîkayên bişaftin û înkara zimanê kurdî divê em hêza xwe bikin yek. Wêjeya kurdî bi hezar salan e li ser vê axê hebûna xwe didomîne. Wêjeya kurdî jî teyisandina cewhera xweza û qedîmdîroka warê Gelê Kurd e. Girîng e wêje ji hebûn û xwebûna kurdayetiyê re şahidî û berdevkiyê bike. Çavkaniya çand û hunerê wêje ye. Girîng e wêjekar nehêlin zelaliya vê kaniyê şolî bibe û wek ava jiyanê biparêzin.”

Divê wêjeya kurdî derkeve lûtkeyê

Her wiha Dildar Welat ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî jî got: "Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, pêwîstî bi xebatên radîkal heye. Mînak avakirina komîteyan û saziyan. Divê ev komîte û sazî li her heremê bên avakirin û çalakkirin. Şaredarî, esnaf û sazîyên sivîl divê bêhtir tevlî xebatên pêşxistina kurdî bibin û bi yek hedefê xebat bên meşandin. Ji bo pêşxistina wêjeya kurdî  mirov dikare gelek tiştan bibêje. Hemû berhemên werin afirandin ji aliyê sazî û kesên pispor ve divê ji ber çav werin derbaskirin û werin derxistin. Wêje gerdûnî ye, pêwîst e em wekî nevîyên seydayê Xanî wêjeya kurdî li asta gerdûnê derbixin lûtkeyê.”

Ziman bingeh û feyza wêjeyê ye

Dildar Welat têkiliya di navbera wêje û ziman de jî wiha şîrove kir:"Di baweriya min de, dewlemendî, kurbûn û berfirehîya zimanekî, ji wêjeya bi wî zimanî tê kirin, xuya dibe. Têkilîya ziman û wêjeyê, wekî têkiliya di navbera tav û avê de ye. Wek dû baskên bi giyan difirin asîmanan e. Mirov çiqas di zanebûn û kûrewateya ziman de xwedî ast be, di wêjeyê de jî xwedî heman astê ye. Lewra ziman bingeha feyz û wêjeyê ye. Wêje jî wêneyekî ji hemû diyalektikan pêk tê Yên ne xwedî zanebûna zimanekî xurt be, nikare bûyerên rûyê vî wêneyî rast şîrove bike."

Bandora wêjeyê ya li ser civakê 

Dildar Welat da zanîn di heman demê de wêje û ziman bandorek li ser pêşketina civakî jî kiriye û wiha pê de çû: "Di têkoşîna gelê kurd a azadîyê de berdêlên giran, taybet ji bo pêşxistin û parastina ziman jî hatin dayin. Lewra ziman û wêjeya kurdan jî ji bo wan bû xîret. Di roja me ya îro de jî, mirov dibîne ku bandora nivîs, axaftin, wêje û dengbêjiyê çawa bandor li ser pêşketina civakê kiriye. Bandor li tevahî platformên dijital, li kolanan kiriye. Bandoreke girîng û berbiçav li ser pêşketina civakê kiriye."

Pêwistî bi axaftina kurdî heye 

Dildar Welat li dijî êrişên li ser ziman û wejêya kurdî jî axivî û got; “Berî her tiştî pêwîst e her dê û bavê kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda kurdî bi wan bidin hezkirin. Zimanê kurdî mijareke di ser hemû meseleyên sîyasî û civakî re ye. Hemû êrîşên li ser ziman encax bi pêşxistina rojeveke neteweyî û rêxistinkirî were berterefkirin. Wek mînak, kurd dikarin li her derê dinyayê û li tevahî beşên welat bi kampanyayekê bêjin em dixwazin Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bi milyonan imzeyan kom bikin û li dinyayê, bikin rojev."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.