Hemû çîrokên Sabahattîn Alî ku bi tevahî 5 pirtûk in, bi wergera Pêşeng Pêtoyan ji hêla Weşanên Azad ve hatin çapkirin.
Çîrokên Sabahattîn Alî ku yek ji nivîskarên wêjaya tirkî yê girîng e, ji aliyê Weşanên Azad ve bi navê “Hemû Çîrok-I” û “Hemû Çîrok-II” wekî 2 cîld hatin çapkirin. Çîrokên Sabahattîn Alî bi tirkî wekî 5 pirtûk hatibûn çapkirin û di van pirtûkan de jî bi tevahî 60 çîrok û 4 jî çîrvanok hene. Niha ew hemû bûn bi kurdî û çap bûn.
Pirtûkên Sabahattîn Alî yên ku di vê xebatê de cih digirin ev in:
"Degîrmen" (1935), "Kagni" (1936), "Ses" (1937), "Yenî Dunya" (1943), "Sirça Koşk" (1947). Her wiha navê van pirtûkan wekî Aş, Erebeya Ga, Deng, Dinyaya Nû û Koşka Şûşe li Kurmancî hatine wergerandin.
Sabahattîn Alî kî ye?
Sabahattîn Alî, di sala 1907'an de li Egrîdereya (navê niha Ardîno) li ser Sencexa Gumulcîneyê (navê niha Komotînî) ya girêdayî Wîlayeta Edîrneyê hatiye dinyayê. Alî, hê di salên xwe yên xwendekarîyê de meyla xwe daye ser edebiyatê û ji ber vê çendê jî qelema wî xurt bûye û bûye nivîskarekî berhemdar. Wî, di gelek cureyên edebî yên wekî roman, çîrok, helbest û şanoyê de berhem dane. Lê di qada edebiyatê de Alî bêhtir di warê çîrokê de ji xwe re mecrayek vekiriye û xwe di vî warî de daye qebûlkirin.
Sabahattin Alî, çîrokên xwe wekî amûreke xizmeta civakê bi kar anîye û her wiha hewl daye ku neheqî û nakokiyên însanan derxe meydanê da ku dengê belengaz û rebenan jî bê bihîstin. Dîsa her cure tîp û karakterên ji jiyana rasteqîn a mirovan, di çîrokên Alî de derdikevin pêşiya mirov. Ango di van çîrokan de hemû rewş û dirûvên însanan hatine ravekirin.
Nivîskar Sabahattîn Alî ji ber ku di piraya berhemên xwe de pirsgirêkên civatê raxistine ber çavan û rexneya desthilatdarîyê di wan de cih girtîye, gelek caran hatiye sûcdarkirin, ketiye hepsê û di rewşên xerab re derbas bûye. Loma xwestiye here li Ewropayê bi cih bibe. Di sala 1948'an de dema dixwest bi dizî sînor derbas bike, bi rê de hatiye kuştin. Di vî emrê kin de gelek berhemên hêja efirandine.
NAVENDA NÛÇEYAN