Xanna Omerxalî Xelata Cemal Nebez wergirt

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Adar 2025 - 00:58

Xelata Weqfa Cemal Nebez a Berlînê hat eşkerekirin û vê carê nivîskara Kurd a Êzidî Xanna Omerxalî hêjayî vê xelatê hat dîtin.

Xanna Omerxalî ku ji malbata pîrên Êzidiyan e, ji Yêrîwana Ermenistanê ye. Wê heta niha gelek pirtûk nivîsandine û hemû pirtûkên wê jî li ser dab û nêrît, awa û şêwazên naveroka ola Êzdayetiyê û qewlên wê ne.

Xannayê di lêkolînên xwe de cih daye mijarên efsûnî û rîtmên Êzdayetiyê jî ku li ser rûyê vê cîhanê tenê Kurd wê olê dihebînin. Xanna Omerxalî dê mehên pêşiya me xelata xwe wergire. Beriya du salan jî mamosteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelata Weqfa Cemal Nebez a Berlînê hatibû dîtin.

Xanna Omerxalî (Khanna Omarkhali)

Xanna Omerxalî Usoyan sala 1981ê li Ermenistanê hatiye dinê. Lêkoler û nivîskareke Kurd a Êzidî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002yan Zanîngeha Saint Petersburgê beşa zimannasiyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir û sala 2004an mastera xwe qedand. Doktoraya xwe sala 2006an li ser dînê Êzidiyan temam kir.

Heta niha li ser Êzidîyên gelek xebat kirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî li ser zimanê Kurdî û her wisa li ser Zimanê Qewlên Êzidiyan ders dane. Derbarê bîr û baweriya dînê Êzdiyatiyê bi zimanên Rûsî, Îniglîzî û Kurdî Nêzîkî 20 gotarên zanistî nivîsîne.

Berhemên wê

Zerdüşt Avesta

Analîza Qewlên Êzdîyên

Êzdiyatî, Civak, Sembol, Rîtûel, 2007, Avesta, Stenbol. (Wergera ji Îngilîzî, Ergîn Opengîn)

On the Structure of the Yezidi Clan and Tribal System and its Terminology among the Yezidis of the Caucasus. Journal of Kurdish Studies. 6:2008, r. 104-119.

Some Reflections on Concepts of Time in Yezidism, 2009 (co-author).

Kurdish Reader. Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji: With Kurdish-English Glossaries and Grammatical Sketch, Harrassowitz, 2011 - Foreign Language Study - 282 rûpel.

Religious Minorities in Kurdistan: Beyond the Mainstream, Volume 68 of Studies in Oriental Religions, 2014.

The Yezidi Religious Textual Tradition: From Oral to Written. Wiesbaden: Harrassowitz, 2017.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.