Komeleya Wêjekarên Kurd li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar û helbestkaran kongreya xwe li dar xist.

Komeleya Wêjekarên Kurd a navenda wê li Amedê bi beşdariya gelek nivîskar û helbestkaran kongreya xwe li dar xist. Sultan Yaray û Mehmet Devîren weke hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd hatin hilbijartin. 7 jinên nivîskar ên bi navên Sultan Yaray, Ronahî Çelîk, Zozan Gulan, Roza Metîna, Fatma Tunç, Nûrcan Delîl, Dîlan Aydin di nava rêveberiyê de cihên xwe gittin.

JINNEWS/AMED