We xaka Kurdistanê firotiye

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 02:20

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di mîtînga hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê  ya partiya xwe ya li Duhokê de peyamên girîng dan û got:“Barzanî behsa yekrêzî û yekitiya Kurd û Kurdistanê dikin. Bi Xwedê ya ku ew nizanin yekrêziya Kurdistanê ye. We herî dawî kengî behsa her çar parçeyên Kurdistanê kiriye. We çi ji xelkê me yê Êzidî kir, we ew firotin. Êzidiyan ji wan re gotin ‘hûn me naparêzin û direvin, qet nebe çekên xwe bidin me’ lê çek jî nedan Êzidiyan. Ev e yekrêziya Kurdistanê hey bêşermên bêşerm. 400 gundên me ji ber alîkarî û hevkariya we ya bi dagirkeriyê re hatine valakirin. Her wisa roj bi roj xaka Kurdistana me tê dagirkirin û firotine dagirkeran. Ev e Kurdayetiya we? Ez beriya çend salan li gel Mesûd Barzanî bûm. Min jê re got ‘Kak Mesûd daxwazeke min ya taybet heye, li gel hevrêyê min Mezlûm Ebdî bicive.’ Lê razî nebû. Armanca min ji vê daxwazê ew bû ku felaketa ku rûdaye, pêk neyê. Min dîsa ji wî re got ‘were em li gel Biraderên Rojava, Çiya (Qendîl) û Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê pêk bînin. Lê nekarîn vê jî bikin. Tişta niha diqewime encama vê nêzîkatiya wane ku şêwirmendên wan kurtbînin ku ew ditirsin. Behsa azadiyê dikin, lê tu kesek ji wan newêre li ser vê yekê baxive. Heta dikarim bêjim melayên wan jî di gotarên xwe yên xutbeyê de newêrin bi azadane baxivin. Lewra dengê xwe bidin me ku em bikaribin ji wan re bêjîn bese, rawestin!”

Dengê xwe nedin bazirganên jinan

Yek ji namzetên YNK’ê ya herêma Hewlêrê Perêz Umer e. Perêz Umer bêhelwestiya parlamentoya demên borî dijî dagirkeriyê ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ser ziman û got:“Beriya niha PDK’ê bi rêya sextekariyan, piraniya parlamentoyê digirt, parlamenterek ku di encama sextekariyê de bê avakirin jî, wê nekaribe xwedî helwestek nîştimanî be. Eger mirovek di mijara netewî de xwedî helwest be, pêwîstî bi sextekariyê nîne, armanca desthilatê gendeliye û bi plana dagirkeran hewl daye parlamentoyê bê bandor bike.” Perêz Umer di dewama axaftina xwe de got ku beşek ji parlamenterên dema borî, piştgiriya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kirine û di encam de gelek welatiyên sivîl û kesayet şehîd bûne. Perêz bang li her kesê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin û got:“Dengê xwe bidin namzetên ku ji bo bidestxistina mafê we şer dikin, deng nedin piştevanên çewisandin, birsîkirin û bazirganên jinan. Em bi dengên welatiyan dikarin dawî li xwe sepandin û destwerdana dagirkeran bînin”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.