Wê têkoşîn neyê tepisandin
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:45
Zilar Stêrk da zanîn Paradîgmaya Rêber Apo, weke tê xwestin me fêm nekir, em têde zêde kûr nebûn. Lê li kêleka vê yekê, tevî vê yekê jî di van 26 salên dawî de gelek pêşketin jî di têkoşîna me de derket holê.
PKK'ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê Kongreya Awarte ya 12'emîn lidar xist, têkildarî dema nû biryarên dîrokî di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Ji delegeyên kongreyê Zilar Stêrk li kongreyê ev nirxandin kir:
"Paradîgmaya Rêber Apo, weke tê xwestin me fêm nekir, em têde zêde kûr nebûn. Lê li kêleka vê yekê, tevî vê yekê jî di van 26 salên dawî de gelek pêşketin jî di têkoşîna me de derket holê. Ji milê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, civakî û paradîgmaya îdeolojîk ve wisa pêşketineke girseyî derket holê. Lê belê li kêleka vê yekê me dikarî pêşketinên hîn mezintir jî afirandiban. Têkoşîna azadiya Kurdistanê wê bi ti rengî neyê tepisandin û tune nabe. Di vê pêvajoya 26 salan de hêza xwe ya têkneçûnê îspat kir. Komploya navneteweyî pêş ket, tasfiyegeriya di hundirê rêxistinê de pêş ket, di qada şer de bi hemû pêşketinên NATO’yê bi ser gerîla de hatin, xwestin yek bi yek gerîla tune bikin. Lê belê hat nîşandan ku ev rêxistin tune nabe."
ANF/BEHDÎNAN