Wê rojê wijdanê mirovahiyê hejiya

Aysel AVESTA nivîsand —

Duşem 15 Sibat 2021 - 03:45

  • Komplogeran sond xwariye ku Kurdan bê statu bihêlin, wan tine bikin. Kurdan jî sond xwariye bi ser kevin û azad bibin. 

Di dîroka civakan de hinek roj hene ti carî nayên jibîrkirin. Ew roj dikarin rojên xweş bin, yan jî dibe ku rojên reş bin. Dema mirov li dîroka Kurdan dinihêre, rojên wan ên xweş gelek kêm in. Heger hebin jî bi ked û berdêlan hatine bi dest xistin.

Mînak, roja 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd weke roja vejînê li dîroka wî hatiye nivîsîn. Lê dema em li dîroka ve rojê dinihêrîn, em dibînin ku çendîn qurbanî, malwêranî û berdêl hatine dayîn. Wekî din, 15'ê Tebaxê, roja ku Kurdan fîşeka yekê berdaye hiş û mejiyê xwe yê paşverû û wan heman rojê gule berdaye dijmînê koka xwe jî. Ev roj jî ji bo Kurdan weke roja hişyarbûna ji xewa mirinê, kete rûpêlên dîrokê.

Lê em ji hemû pêvajoyan dibînin ku ev roj pirr bi hêsanî nebûne rojên dîrokî. Ev tenê du mînak in ji dîroka miletekî ku hebûn û nasnameya wî tine dihat hesibandin. Lê Kurdan li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê hemûyan, ti carî serî netewand û wan li ber xwe da. Serhildana dawî, nedişibiya yên berê. Bêgûman li ser ezmûn û rêûresma yên berê, berxwedanê dest pê kir. Lê pêşengên wê hîn zêde bi xwe bawer bûn û bi îdîaya ku wê herikandina dîroka bi êş biguherîn, bi rê ketin.

Rêberê vê rêya tijî kêmîn jî Rêber Abdullah Ocalan bû. Wî, ji dîroka gelê êşkişandî sûd wergirt û bi gotina 'Kurdistan mêhtingeh e’ dest bi têkoşîneke dijwar kir. Di vê rêye de wî dest bi têkoşîneke bê eman kir, hem li hemberî paşverûtiyên civaka ku bi hezaran salan bûbû kole û bendeyê serdestan, û hem jî li dijî dijminên ku sond xwaribûn ku qira Kurdan bînin. Ji lewma jî, bi qasî ku dostên wî çêbûn, ewçend jî dijminên wî zêde bûn. Ji bo ku pêşiyê bigirin li belavbûna fikr û felsefeya wî ya ku bandora xwe li ser tevahiya cîhanê kir, ji çar aliyan ve li dora wî kemîn û xefik danîn.

Ewil xwestin bi destê rejîma Sûrî tişta dixwazin bikin. Lê dema ku li wir bi serneketin vê carê bi piştgiriya hêzên navneteweyî û paşverûtiyên navxweyî komployê rengê xwe guhert û berfereh bû.

Komploya ku ji aliyê 14 welatan ve hat birêvebirin di 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi encam bû. Wê rojê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve dîl hat girtin û ew radestî dewleta Tirk hate kirin. Plan û hesab gelek hûr û kûr bûn. Wê bi dîlgirtina Rêberê Ocalan, têkoşîna 40 salan bihata tesfiyekirin. Li ser navê Kurd û Kurdistanê wê tiştek nehata hiştin. Lê Rêber Abdullah Ocalan bi pêşbîniyeke kûr di kêliyên destpêkê ên vê komploya bêbext de hesap û pîlanên komplogeran ser û binî hev kirin. Ew ne li bendê bûn ku Rêber Ocalan wê ji binî ve rengê têkoşîna azadiyê biguhere. Bi sekna Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana li dora vê sekne, komplo ji roja destpêkê ve hat pûçkirin. Ve helwêstê hêrsa komplogeran gelekî rakir. Ji lewma, vê komployê bi rê û rêbazên cûr be cûr li dijî vîna gelan dewam kir û hîn jî didome. Êrişa li dijî Herêma Garê peymana li dijî Şengalê û gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewama vê komploya navdewletî ye.

Komplogeran sond xwariye ku Kurdan bê statu bihêlin, wan tine bikin. Kurdan jî sond xwariye bi ser kevin û azad bibin. Çawa Kurdan roja 15'ê Sibata 1999'an wijdanê mirovahiyê hejand û veguherand roja tolhildanê, bi dûrişma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' pûç kir. Ew ê van êrişan jî bi têkoşînê pûç bikin û bi ser kevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.