Wê çalakiya nobetê bidome
Şemî 31 Gulan 2025 - 03:10
Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok a ku beşdarî çalakiya nobetê ya demdirêj a li wargeha Mexmûrê, bûye diyar kir ku Rêber Apo hebûn e û got:"Pêngava me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta negihîje armanca xwe û Rêbertî bi fîzîkî azad nebe dê çalakiya me bidome."
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî bi hêztir bûye. Têkildarî çalakiya nobetê ya herî demdirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvana nobetê û Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok axivî.
Rêber Apo hebûn e
Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de li ser armanca çalakiya nobetê axivî û wiha got: “Pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke wargeh me jî 20’ê Tîrmeha 2023’yan ve çalakiya nobetê da destpêkirin. Sazî û gelê wargehê kom bi kom û dorveger di çalakiyê de cihê xwe digrin. Me ji Rêber Apo çend salan agahî nedigirt û Rêbertiya me di bin şert û mercên herî giran de dihat girtin, şerê taybet li ser dihat meşandin û dîsa tevahî mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re dihatin astengkirin. Rêber Apo ne tenê şexsek e li wir tê girtin. Ew îrade, azadî û hebûna gelekî ye û pêngava ji bo Rêber Apo azadî heta astek pêşketinên girîng jî bi xwe re anî.”
Wê çalakî bidome
Fadîle Tok bang li dewleta Tirk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van kiryaran ne bi kêrî civaka Kurd ne jî ya Tirk tên. Wê têkoşîna Rêber Apo bi ser bikeve û jixwe bi ser ketiye jî. Rêber Apo dibêje yên herî zede hatine bindestkirin û êşandin jin in. Ji ber wê em ê jî weke jin xwedî vê fikir û kedê derbikevin û têkoşîna xwe mezin bikin. Pêngava me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta negihîje armanca xwe û Rêbertî bi fîzîkî azad nebe dê çalakiya me bidome.”
NÛJINHA/MEXMÛR/ASYA DENÎZ