Li Rojava û Başûrê Kurdistanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi çalakî û çandina daran tê pîroz kirin.
KERKÛK: Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK), Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Kerkûkê bi boneya sala 74’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan merasîmek li dar xistin. Zêdeyî 50 jin û ciwanên bajêr beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat temaşekirin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
ŞENGAL: Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û xwedî derketina gerîla li civaka Êzidî û rêxistinbûna Êzidiyan li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan, 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd yek ji rojên herî bi wate ya di nava Êzdiyan de ye. Salane bi boneya rojê rêzeçalakî tên lidarxistin.
Jiber ku xwesteka Rêber Ocalan ew e bi boneya vê rojê dar bên çandin û di baweriya Êzidiyan de jî xweza tiştek pîroz e, salane bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê re li gelek deverên Şengalê dest bi çandina daran dikin.
Îsal jî bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li Geliyê Kersê şitlên dara hatin çandin.
Beriya şitlên daran werin çandin, Endama TAJÊ Edûl Şemo axivî û diyar kir ku ew wek civaka Êzidî vê rojê li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û giring dibînin û got;“Em 4’ê Nîsanê di serî de li Rêber Apo û tevahiya gerîlayên azadiyê ku li hemberî dijminê dagirker li ber xwe didin pîroz dikin. Em vê rojê, roja hebûna xwe û tevahiya gelên bindest dibînin.”
Piştî axaftinê ji aliyên jinan ve şitlên daran hatin çandin. Jinên ku beşdarî dar çandinê bûn, destnîşankirin ku wê heta dawî li ser fikir û ramanên Rêber Apo, rêxistina xwe mezin bikin û ji bo azadiya Rêber Ocalan li ser lingan bin.
MEXMÛR: Çalakiya konvedanê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku di 11’ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgeran Ciwanên Mexmûrê (TCM) de hatîbû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Daxuyanî li ber konê ku li semta Şehîd Rûbar hatibû vedan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara axivî, di destpêkê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got;“Ev 25 sale Rêbertiya me di bin esaretekê de dîlgirtiye û ev du salin me ti agahî jê negirtiye. Rêbertiya me ji bo me hêvî, ronahî, felsefe û jiyan afirand. Di ti sîsteman din de ev tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê pêkanîn, li ser ti kesek din nayê pêkanîn. Wek xelkê Mexmûrê û gelê Kurdistanê em bang li hemû raya Kurdistanî dikîn ku em 74 saliya Rêbertî bikin sala azadiya Rêbertiya xwe.” Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Parka Rêber APO
Bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Qamişlo dar hatin çandin, li Kobanê ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin û li Şehbayê jî parka Rêber Abdullah Ocalan hate vekirin. Li Qamişloyê jî dar hatin çandin.
Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star- Meclîsa bajarê Qamişlo û Şaredariya Gel li parka şehîd Baran a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo 50 darên berû, gul û sînober çandin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Îro Rêber Apo di hucreyek de tê girtin, lê çi dibe bila bibe Rêber Apo hêviya gelê cîhanê ye. Îro em hatine li vê parkê ku navê parkê şehîd Baran e û ev park bi keda şehîdan û fikr û felsefeya Rêber Apo wê îro şîn bibe. Îro fikr û felsefeya Rêber Apo belav dibe.”
Komîteya Civakî ya Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan yên herêma Firatê jî li Kobanê şahiyek ji bo zarokên şervan û welatparêzên şehîd, li dar xist.
Hola şahiyê bi wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û findan hatibû xemilandin. Her wiha zarokan cil û bergêrên gelêrî lixwe kirbûn û posterên Rêber Ocalan hilgirtibûn. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Pişt re di bernameya şahiyê de zarokan xwe weke kom birêxistinkirbûn û govend, staran û helbest pêşkêş kirin. Her wiha endamê navenda Çand û Hûner hunermed Xelîl Can stran got.
Rêvebera Komîteya Civakî ya Kongreya Star Hêvîn Miho got, “Tevahiya zarokên Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo tên perwerdekirin, lê yên şehîdan cihekî wan yê cuda heye di nava vê şoreşê. Ji ber vê çawa ku Rêber Apo xwedî li zarokan derket, em jî bi heman rolê radibin da ku em bikaribin pêşerojeke azad ava bikin. Zarokên ku li derdora Rêber Apo mezinbûn û yekser hevdîtin pêre pêk anîn, îro kedeke mezin ji bo ava kirina vî welatî didin û her yek ji wan bûye xwedî erekeke pîroz."
‘Bavê min şehîd bû’
Ji zarokan, Mercan Misto ya ku bavê wê di berxwedana Kobanê de şehîd bû, hezkirina xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Bavê min ji bo ku bajarekî bi ewle ava bike û me biparêze, şehîd bû. Ez ji serok Apo pirr hez dikim, ew jiyan û hebûna me ye. Di gelek wêneyan de zarok li derdora Rêber Apo hene, ez jî dixwazim Rêber Apo bibînim û wêneyekî pê re bikişînim."
Meclîsa Til Rifetê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li navçeyê ‘Parka Rêber APO’ vekir. Şêniyên Efrînî ji sûka Til Rifetê heta parkê meşiyan û li ser rê dar çandin.
NAVENDA NÛÇEYAN