Wê bibe destpêka gavên şoreşger

În 16 Gulan 2025 - 02:45

  • Dûran Kalkan di dawiya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de axivî û got, "Wê bibe destpêka pêngavên şoreşger, azadîparêziya jinê, demokratîk, enternasyonalîst, Rêber Apo got, sosyalîzma civaka demokratîk, wê bibe destpêkirina vê pêngavê."

Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Li du qadên cuda bi beşdariya delegeyên ji her qada kar kongre hate lidarxistin û biryarên wê di 12'ê Gulanê de bi raya giştî ya cîhanê re hatin parvekirin. Di kongreyê de PKK'ê biryar da ku çekan dîne û hemû karên bi navê PKK'ê têne kirin rawestîne.

Di dawiya kongreyê de ji damezrînerên PKK'ê Dûran Kalkan axivî. Axaftina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

"Di nava van sê rojan de di çarçoveya perspektîf û daxwazên Rêber Apo de me nîqaşeke girîng meşand û biryarên dîrokî wergirtin. Bêguman eger ev biryar bê bicihanîn wê pêvajoyeke nû bide destpêkirin, li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û pêşvebirina jiyana demokratîk a mirovahiyê wê pêvajoyeke pêngavî bide destpêkirin. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin. Bi vê kongreyê re me bi rengekî eşkere me plansazî û pênasekirina vê pêvajoyê nekir. Lê belê me heta dawiyê pêşî lê vekir. Çi pêwîst e, li ser vê bingehê divê çi bêne guhertin û li pişt bê hiştin, me bi şênberî raxist pêş çavan. 

Me nîqaş kir, di nivîsan de jî hebû. Divê em karê ku PKK'ê kiriye bi rastî jî baş fêhm bikin. Divê em pêşketin û mîrateya wê baş zanibin. Divê em têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê ya li ser bingeha azadiya jinê li Kurdistanê û Tirkiyeyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin, li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin. Ji bo vê jî divê em wê mîrateyê bi rengekî rast û bi bandor bi kar bînin. Ji bo kirina vê yekê bi têra xwe mîrateyeke fikrî û pratîkî heye. Tenê em karibin wan fêhm bikin, karibin bi rengekî rast bi kar bînin. Em dikarin bi hêsanî vê bimeşînin. Divê em li hin encaman nealiqin, di fikir û nirxandinê de. Biryara fesixkirinê, biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî. Belê ev tê çi wateyê? Çima gihîşt vê astê? Di nava tevgera Apoyî de eger xwedîderketineke xurt li biryarên vê kongreyê çêbibe û di asteke bilind de bêne bicihanîn, wê encameke çawa bi xwe re bîne? Divê em vê yekê bibînin. Di vê çarçoveyê de weke ku hinek hevalan jî bal kişandin ser, divê em bi xurtî rexnedayin û rexnekirinê bikin. 

Belê me biryara fesixkirina PKK'ê wergirt. Me biryar da ku avahiya wê ya rêxistinî bê fesixkirin. Em karên wê, hebûna wê radiwestînin. Lê belê em bi vê zanin ku PKK tevgereke Rêbertî ye. Rewşa çalakî û rêxistinkirina rastiya Rêbertî ye. Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan pênase kir. Belê avahiya rêxistinî ya PKK'ê bi rastî jî dikare bê guhertin, bê tasfiyekirin, tê kirin jî. Dikare bê fesixkirin. Lê belê fikrê wê nikare bê fesixkirin, xeta wê ya îdeolojîk-polîtîk ji holê ranabe. Ruh, hest, fikir, mîrateya wê tine nabe. Rastiya Rêbertî, rastiya şehîdan me vegot, bi kurtasî. Me qala nirxên bi têkoşîna PKK'ê re hatin afirandin kir. Kî dikare van nirxan ji holê rake? Kî dikare wan tine bike, ji holê rake? Kes nikare bike.

Weke encam dixwazim vê yekê bibêjim. Ev destwerdana Rêber Apo ji bo me banga ji bo têkoşîneke hîn rast, xurt û bi bandor e. Biryardariyên heyî jî vê yekê îfade dikin. Rêbertî dibêje, 'Xwe hîn rast fêhm bikin, hîn baş bi rêxistin bikin, hîn xurt bibin xwedî rêbazekê ku fikrên min bi cih bêne anîn'. Wê demê erk û berpirsyariya me bi biryarên ku me wergirtine kêm nebû, lê zêde bû. Em li ser vê yekê radiwestin. Hêzên dijber ne tenê desthilatdariya AKP'ê, ne tenê dewleta Komara Tirkiyeyê yan jî hevkar û neteweperestên wan e, ya li hember xuya dike sîstemeke. Li hemberî wê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîneke bi vî rengî ya berfireh û xurt tê meşandin.

Bi qasî ku me biryarên kongreya xwe baş fêhm kir û bi bandor xiste meriyetê wê bibe destpêka pêngavên nû. Wê bibe destpêka pêngavên şoreşger, azadîparêziya jinê, demokratîk, enternasyonalîst, Rêber Apo got, sosyalîzma civaka demokratîk, wê bibe destpêkirina vê pêngavê. Em ji vê yekê bawer dikin. Li ser vê bingehê bang dikim ku bi rexnekirin û rexnedayinê em xwe nû bikin û pêvajoyê rast fêhm bikin, tevlî rastiya Rêbertî bibin, bi rengekî çalak ê nûbûyî hemû hevrê tevlî bibin. 

ANF/BEHDÎNAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.