Wê 4’ê Nîsanê bibe roja azadiyê

Sêşem 8 Nîsan 2025 - 03:20

Gerîlayên azadiyê Bawer Hebeş û Haşim Havîn 4'ê Nîsanê pîroz kirin û gotin:” Wê 4’ê Nîsanê bibe roja azadiyê.” 

Bi rojbûna Rêber Apo re gelê Kurd jinûve ava bû. Ji ber vê yekê gelê Kurd her sal ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo berê xwe dide gundê Amarayê. Li gelek deverên cîhanê şitlê daran têne çandin û ev roj bi rengekî bi wate tê pîrozkirin. Gerîlayên azadiyê ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, rojbûna Rêber Apo bi coş û moraleke mezin pîroz dike. Gerîlayên azadiyê Bawer Hebeş û Haşim Havîn bi wesîleya 4'ê Nîsanê hestên xwe anîn ziman.

Bawer Hebeş: Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk paradîgmayeke nû pêşkêşî me kir ku em jî bi saya vê yekê têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Rêbertî ji bo gelê Kurd bibe xwedî maf, jiyana xwe feda kir. Gelê Kurd ku tine dihate hesibandin bi saya Rêber Apo êdî di asteke stratejîk de ye. Sîstemek hebû ku jinên Kurd lê tine dihatin hesibandin, her tişt ji wan hatibû stendin. Lê belê Rêber Apo li ser bingeha azadiya jinê paradîgmayeke nû destnîşan kir û ev yek ji bo jinên bindest bû hêviyeke nû. Em jî weke milîtanên Rêber Apo dixwazin li ser xeta jin a azad xwe bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em careke din 4'ê Nîsanê li gelên alîgirê azadiyê pîroz dikin.

Haşim Havîn:  Hebûna Rêbertî ji bo mirovahiyê şensek mezin e. Ji ber vê yekê em jî divê bi hemû derfetên xwe xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji bo karibin Rêber Apo hîn rast fêhm bikin, divê em xeta hevala Zîlan ji xwe re bikin esas. Herî zêde hevrê Zîlan Rêbertî rast fêhm kir. Çalakiya wê rêya têkoşînê ji me re afirand. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê heta dawiyê bidin ser şopa hevrê Zîlan. Em ê rojbûna Rêber Apo bikin roja azadiyê ya gelên bindest. Em careke din 4'ê Nîsanê li gelên bindest pîroz dikin û bawer dikin ku ku bi Rêbertiyeke azad bi rêya serketinê tacîdar bikin.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.