Wateya entegrasyona demokratîk

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 03:15

  • Entegrasyona demokratîk têgeheke welê ye ku li hemberî qanûn û têgeha entegrasyonê ya ku modernîteya kapîtalîst bi israr ji bo asîmîlekirina civaka bi kar tîne derketiye holê.

Têgeha entegrasyonê têgeheke ku entegrekirina rewşên cuda ya li hev pênase dike. Li gel ku ji aliyê têgehê ve asîmîlekirinê ferz nake jî têgeha entegrasyonê ji aliyê kapîtalîzmê ve bi rengekî eşkere weke entegrebûna bêhêz li bihêzê, serîtewandin û helandina li nava ya xurt hate bikaranîn. Sîstema kapîtalîst ev têgeh bi israr bi wateya helandina di nava xwe de bi kar aniye. Ji ber vê yekê ev têgeh dema ku tê bihîstin dibe sedema fikaran.

Peyva entegrasyonê ji peyva Integration a Fransî tê ku wateya xwe 'yekbûn, yekbûna li hev zêdebûnê' ye. Yanî gotinên weke 'wê asîmîle bibin, gava destpêkê ya asîmîlasyonê ye' ku piştî daxuyaniya Rêber Apo di dema dawî de hate belavkirin, gotinên ji ber nêta xirab ên hin kes û avaniyan e. Têgehên asîmîlasyon û entegrasyonê ji hev cuda ne.

Qanûnên entegrasyonê

Li cîhana heyî, piştî koça ji ber şerê li gorî berjewendiyên modernîteya kapîtalîst rû dan, hewl hate dayin ku ev qanûnên entegrasyonê veguherin amûreke asîmîlasyonê, li ser kes, gel û civakên ji herêmên şer neçar man koçî herêmên cuda bikin fikrê xwe ferz bike û wan bike kole. Di bingeha sedema nêzîkatiyên faşîst û qanûnên zextê de yên li vê cîhanê li hemberî koçberan û penaberan têne bikaranîn, ev hewldana kolekirinê heye. Gelên ku ji ber şerê li Fîlîstîn, Sûriye, Kurdistan û gelek herêmên din ên Rojhilata Navîn neçar man koç bikin, li cihê ku xwe lê girtin li mejiyekî bi vî rengî rast tên; 'Ya hûn ê li gorî gotina me bijîn ya jî hûn ê li zexta avaniyên faşîst rast bên ku me bi xwe ew xurt kirine û li cografya xwe vegerin ku mirin lê xwezayî bûye'. Ji ber van zext û ferzkirinan, civak ji armanca jiyaneke hevpar hatin dûrxistin, bi tenê hatin hiştin. Jixwe ya ku sîstema kapîtalîst jî dixwaze ev tenêhiştin e. Ji ber ku li ser civakên tenê û cudabûyî serwerî dikare hîn bi hêsanî bê kirin. Jiyana bi hev re birêxistinkirina jiyana bi hev re bi xwe re tîne.

Halbûkî netewe dewlet û di nava sîstemên ku ew afirandiye de baş tê zanîn ku entegrasyon bi berpirsyariyê û gihîştina hev a civaka koç kiriye û civaka koçberî wergirtiye li nava nirxên hevpar dibe.

Eger mirov bi gotina Lenîn vebêje: "Kapîtalîzm her tiştên rast li gorî berjewendiyên xwe diguhere û weke ku ya rast ew e difiroşe we." Yanî entegrasyon di nava kapîtalîzmê de qanûnek nîne, lê têgehek e ku kapîtalîzm hewl dide ji bo berjewendiyên xwe biguherîne.

Pîvanên entegrasyona demokratîk

Qanûnên têkildarî entegrasyona demokratîk gelekî girîng in ku nabe ji xwediyên hêzê re bêne hiştin. Hin tiştên bingehîn ên ku di qanûnên entegrasyona demokratîk de divê bi cih bêne anîn bi vî rengî ne;

- Nêzîkatiyeke li ser bingeha mafên mirovan

- Hevparebûna li ser nirxên hevbeş

- Parastina nasname, ol û çanda kes û civakan li hemberî asîmîlekirinê

- Pîvana wekheviyê, komek di vê ji komam din bi hêztir nebe

- Bi qanûnên entegrasyona demokratîk re hevpariya li  nava jiyana rojane û pêşîgirtina li metirsiya cihêkariya li nava jiyana civakî

- Bicihanîna qanûnên entegrasyonê bi rengekî lez û rast

- Qanûnên entegrasyona demokratîk, dema ku kes zanibin ku ji civaka li nav e û cihêkarî lê nayê kirin, hingî bi rengekî rast bi pêş ve diçe. Di vir de eger ev qanûn di nava netewe delwetê de be, divê yên ku li ser desthilatdariyê ne xwe ji polîtîkayên cihêkariyê vegirin û destûrê nedin cihêkariyê.

Di pêvajoyên entegrasyona demokratîk de dema ku civak li herêmên lê ne xwe weke 'cuda' nebînin, bi rengekî rast tevlî jiyana civakî bibin, hingî wê ber bi hevparebûna li nava jiyanê gava destpêkê bê avêtin. Hevparebûn û jiyana hevpar û azad weke ku Rêber Apo dibêje, destpêka bersiva li pirsa herî girîng a şoreşê ye. Pirsa divê çawa bijî!

ANF / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.