- Doh li Wanê piştî bi 5 salan çalakiyeke girseyî ya mezin bi rê ve çû ji bo yekîtiya miletê Kurd, piştgiriya grevên birçîbûnê li zindanan û li dijî tecrîdkirina Ocalan. Polêsê Tirk êriş kir xelê li ber xwe da.
Polêsên dagirkeriya Tirk, parka ku DBP'ê wê li Wanê daxuyanî lê bida, dorpêç kir. Li deverê xelkê li ber xwe da.
Daxuyaniya DBP'ê bi dirûşma, ''Niha dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye'' wê bihata dayîn. Daxuyanî li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd li Parka Feqîyê Teyran a Wanê bihata dayîn. Lê polêsên dewleta Tirk ev yek asteng kirin. Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û gelek parlamenterên HDP'ê ji bo daxuyaniyê hatin parkê. Polîsên Tirk bi dehan wesayitên zirxî dor li parkê girt û piştî bi demekê nehiştin ku kes bikeve parkê û ji parkê derkeve.
Lê zilm û êrişa polêsan pêşî li xelkê negirt. Xelk bi hezaran li kuçeyên dikevin parkê sekinî û got, ''Zext nikarin me çavtirsandî bikin'', ''Bê Serok jiyan nabe''. Ne polêsan, ne maşînên wan ên zirxî û ne jî helîkoptera dewleta Tirk a di ser meydanê û deverê de jî xelk netirsand. Li Wana ji bêhtirî 5 salan ve (1410 roj) rewşa awarte lê hatiye ragihandin û waliyê dagirkeriya dewleta Tirk lidarxistina çalakiyan qedexe kiriye. Ji hingê ve, ev cara yekê bû ku xelkê tirsa xwe şikand û bi hezaran ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd helwêsta xwe nîşan da.
Tevî astengiyên dewleta Tirk hemûyan jî daxuyanî karî li ber avahiya HDP´ê ya Rêya Armûşê ya ser bi Wanê bê dayîn. Ji bilî rêveber û parlamenterên HDP’ê, rêveberên DBP, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, xelkê wanê jî bi girseyî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî bi Kurdî xwend û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî daxuyanî bi Tirkî xwend.
Nabe Kurdek xirabiya Kurdekî din bixwaze
Di daxuyaniyê îşaret bi tehlûkeya qirkirinê ya li dijî Kurdan û gelên cîran hat kirin û hat gotin, "Li hember talûkeyên rojane, rêya parastin û zêdekirina destketiyên xwe, bi hêzkirina yekîtiyeke neteweyî û li hember tevahjiya êrişan bi parastineke vînî dê pêk bê. Bi van helwêstan bi dengekî bilind divê bê zanîn ku ti Kurd, divê ne di meseleyên siyasî ne jî di ên civakî de xwîna ti Kurdê din nerijîne. Divê ti Kurd xerabiyê bi Kurdekî din neke, divê ti hêzên Kurd ji bo berjewendiyên dewletên herêmî û serdest, êrişî ti hêzên Kurd ên din neke. Heger em bixwazin bi ser kevin û mafdar bin, bi gelên din re biratiya gelan saz bikin û bi hêzên din re têkiliyên dîplomatîk deynin, berî her tiştî divê em di nav xwe de vê helwêstê pêk bînin."
Dijminê Kurdan wê têk biçin
Hevserokê KCD´ê Bedran Ozturk got, kîjan hêza Kurd li dijî hesreta yekîtiya gel û ruhê wî yê yekîtiyê be wê têk biçe û wiha dewam kir: "Em careke din li pêş çapemenî û raya giştî didin xuyan ku peywir û berpirsiyariya ku gelê me danî ser milê me, em dê bi vê mebestê di rêya xwe de bimeşin û em gelê Kurd û siyaseta Kurd hemûyî vedixwînin ku bi van rêgezan tevbigerin."
Wî got bloka AKP-MHP´ya desthilatdariya dewleta Tirk êrişî yekîtiya miletê Kurd dike û weke mînak jî siyaseta bi qeyûm dagirkirinê û ya şer nîşan da.
Di dewamê de wî got, "Em dê vê zilmê ti carî nepejirînin û serê xwe li ber netewînin. Divê gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê hemû bibînin ku kesên dijminatiya Kurdan bikin, wê têk biçin."
Tecrîdkirina Ocalan rûreşî ye
Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan weke rûreşiyê hat binavkirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ne mimkûn e ku ev pergal bê qebûlkirin. Îro dîsa tecrîd didome çalakiya greva birçîbûnê dîsa dest pê kiriye. Em ji niha ve li vir diyar dikin! Ger li zindanan bûyerekî neyînî biqewime, bila bê zanîn ku kiryarên vê rewşê bloka faşîst ya AKP û MHP ê bixwe ye. Divê Tirkiye êdî bizane ku bi tecrîdê nikare biçe serî û ji ber vê yekê jî statûya taybet a ku li Girava Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî dimeşîne, divê bi dawî bike."
Hevserokê KCD´ê Bedran Ozturk ji bo biryara DMME´yê ya ji bo berdana hevserokê berê yê HDP´ê Selahattin Demirtaşî jî got, "DMME´yê bi vê biryara xwe bang li dewleta Tirk kiriye ku dest ji mûdaxeleyên xwe yên li ser siyaseta demokratîk berde. Em jî dixwazin ji vir bang bikin. Di serî de birêz Demîrtaş û tevahiya dîlgirtiyên rehîn tavilê berdin."
Di dawiya daxuyaniyê de jî biryardariya têkoşînê hat diyarkirin: "Faşizma li ser me tê meşandin, diyar dike ku em mafdar in. Em soz didin dostên xwe hemûyan û gelê xwe ku em ê vê mafdariya xwe bi biryardariya xwe ya têkoşînê re bikin yek.
Bijî Yekîtiya netewî ya gelê Kurd!
Gelê Kurd dê bi ser keve!”
WAN