Wan û Êlih ji bo Mîtînga Azadiyê hazir in

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 02:15

Gelê Wanê û Êlihê xwe hazir dike ku 13’ê Cotmehê li Stesyona Amedê tevlî Mîtînga Azadiyê bibe û ji bo Rêber Ocalan azadiyê bixwaze. Parlamenter Gulcan Kaymaz Sayyîgît û Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kirin ew ê tevî gelê xwe li Mîtînga Azadiyê bin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin û gotin,’’ ’’Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û mercên azadiya wî bên avakirin.’’Li Wanê ji bo tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê ku 13’ê Cotmehê wê li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de ya bi pêşengiya TJA’yê(Tevgera Jinên Azad) hate gotin jin wê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Komploya 9’ê Cotmehê şeremzar bikin û ji Ocalan re azadî bixwazin.

Çalakî û bangên ji bo tevlêbûna Mîtînga Azadiyê ku 13’ê Cotmehê wê li Stesyonê ya Amedê bi çarçoweya ‘’Ji Oalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ were lidarxistin didomin.

Bi pêşengiya TJA’yê li ber Aydin Perîhan AVM’ê daxuyaniyeke hate dayin û banga tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê hate kirin. Di daxuyaniyê de jinan bi dirûşmeyan gotin,’’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’.

Ji bo Ocalan Mîtînga Azadiyê

Di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku li ser vê axê bi salan e polîtîkayên şer tên meşandin û got: “Li gel vê polîtîkaya şer 26 sal in Birêz Abdullah Ocalan dîl tê ragirtin û 43 meh in jî polîtîkaya tecrîdê ya mutlak li ser tê meşandin. Em ê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo Birêz Abdullah Ocalan ‘Mîtînga Azadiyê’ li dar bixin.’’

Muxatab Ocalan e

Sayyîgît bi domdarî got: ‘’Em xwediyê van xakan wiha dibêjin; em amade ne ku bi hemû gelan re ku li ser van axan dijîn, jiyaneke azad û wekhev di nava aştiyê de ava bikin û ji bo vê jî em ê her tim têbikoşin. Eger li ser van axan şer bidawî bibe, muxatabê sereke Birêz Abddullah Ocalan e. Ji ber vê yekê em jinên TJA'yê bi hêza ku felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' daye me, ji bo dawî li van polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Abdullah Ocalan bên û bêpeywendiya mutlaq bi dawî bibe û ji bo avakirina jiyanek wekhev û adîl em ê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bin.”

Dixwazin Kurdan bifetisînin

Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk jî diyar kir xebatên wan ên ji bo Mîtînga Azadiyê didomin. Tekîk, da zanîn Mîtînga Azadiyê di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de tê lidarxistin û wiha got: “Bi komployê dixwazin şerê di navbera Tirk û Kurdan de girantir bikin. Bi vê yekê re hewl didin hêviya azadiyê ya gelê Kurd bifetisînin û li Rojhilata Navîn çawa dixwazin wisa tevbigerin. Armanca yekemîn a komployê ew e ku bingeha şer a daîmî li Rojhilata Navîn ava bikin.” 

Mercên azadiya Ocalan ava bikin

Bi domdarî Tekîk diyar kir ku armanca komployê “tesfiyekirin” bû lê ev armanc pêk nehatiye, berevajî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd geştir bûye û Mîtînga Azadiyê ya ji bo azadiya Ocalan û statûya Kurdistanê were lidarxistin destnîşan kir û got,’’Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û mercên azadiya wî bên avakirin. ‘’

Çareserî Neteweya Demokratîk e

Tekîk wiha domand: ‘’Heke em bixwazin li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke bê kedxwarî bijîn, heke em jiyaneke wekhev û azad bixwazin, divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Di nava 50 salên dawî de şer û mirin heye û tenê bi rakirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dikare rê li ber vê were girtin. Li şûna mantiqa netewe dewleta yekperest, hewceye neteweya demokratîk esas bê girtin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê tenê bi neteweya demokratîk dikarin keyfxweş bijîn.” 

Em ê azadiya Ocalan bixwazin 

Tekîk, got di xebatên xwe de ji gel re vedibêjin bê ka çima divê tecrîd were rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em azadiya birêz Ocalan vedibêjin. Ji bo ku peyameke xurt were dayin em kolan bi kolan dixebitin. Nêrîna siyasî çi dibe bila bibe, her kesên daxwaza edalet, azadî, wekhevî, pêkvejiyana gelan û jiyaneke bêyî kedxwariyê dixwaze divê tev li mitîngê bibe. Her kesên beşdarî vê mitîngê dibin wê daxwaza aştiyê bikin. Banga me j bo tevahiya gelên me ew e ku beşdarî mitîngê bibin. Em bang li komplogerên navneteweyî û rêveberên Tirkiyeyê dikin ku dawî li vê tecrîdê bîni.” 

ANF/ÊLIH-WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.