Wan tolê ji AKP´ê dihilîne

Sêşem 9 Gulan 2023 - 15:15

  • Remzî Kartal bang li xelkê Serhedê kir da ku di hilbijartina 14´ê Gulanê de AKP û MHP’ê li Serhedê têk bibe. Wî xwest “bajarê Wanê tola xwe ji AKP’ê hilîne”. 

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bang li gelê Kurdistanê kir û bi nêzîkbûna hilbijartinê re bi taybetî ji xelkê herêma Serhedê xwest ku AKP'ê di 14'ê Gulanê de têk bibe.

Remzî Kartal got, “Hikûmeta AKP-MHP'ê ya bi serkêşiya Erdogan, derfetên dewletê hemû seferber kirin û sîstemeke nû ava kir. Her tişt xistin bin kontrola vê hikûmetê. Armanca wan ew bû ku îradeya gelê Kurd bişikînin û destketiyên wan beralî bikin. Xwestin îradeya Rêber Apo û berxwedana gerîla bişikînin. Ji bo vê armanca xwe jî hin Kurdên li ser xeta xiyanetê danîn kêleka xwe. Lê belê nekarîn bi ser bikevin. Ji ber ku Rêber Apo 25 meh in li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Her wiha bi çekên kîmyewî ji her aliyî ve êriş birin ser gerîla. Ji 14'ê Nîsana par û vir ve li gel her cûre êrişan jî nekarîn bigihêjin armanca xwe. Li Zap, Avaşîn, Metînayê têk çûn. Di encama vî şerê li dijî gelê me de bi temamî ketin destê mafyayê. Tirkiye ji ber vî şerî, niha li ber krîzeke giran a aborî û siyasî ye. Herî dawî ji ber destwerdana bi derengî ya hikûmeta AKP'ê ya li herêmên erdhejê, bi hezaran mirov mirin. Rewşa AKP'ê bi vî rengî ye.”

Lazim e sindoq bên parastin

Remzî Kartal anî ziman ku Tirkiye di nava krîzeke bi vî rengî de hilbijartina serokkomarî û ya parlamenteriyê 14'ê Gulanê pêk tîne û wiha peyivî: “Li gel van hemûyan bi vê hilbijartinê re firsendên ji bo têkbirina rejîma faşîst afirîne. Ev yek wê ne tenê têkçûna AKP'ê be, di heman demê de wê vegera Kurdan û hindikahiyên din li pêvajoya jiyaneke azad û demokratîk be. Ji bo Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) bi xurtî bikeve meclîsê, divê gelê me bi îradeyeke mezin tevlî dengdanê bibe. Ne tenê bi xwe tevlî dengdanê bibe, di heman demê de derdor û dostên xwe jî tevlî bike. Her kes divê bi şev û roj bixebite. Ez bang li Kurdan û Tirkiyeyiyan dikim; divê bibin yek û di şeva 14'ê Gulanê de ewlehiya sindoqan pêk bînin. Çi dibe bila bibe, divê em cihê xwe neterikînin. Em zanin ku di hilbijartinên derbasbûyî de bi hîle û komployan bûne desthilatdar. Di vê hilbijartinê de divê em firsenda vê yekê nedin wan."

Lazim e AKP dengan wernegire

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal kêfxweşiya xwe ya ji ber atmosfera xwe û geş a Partiya Çep a Kesk û hêzên demokrasiyê anî ziman û got, “Atmosfera heyî gelekî erênî ye. Divê her kes vê yekê mezintir bike. Gelên me yên li bajarên Kurdan û metropolan divê karên xwe bisekinînin û giraniyê bidin ser hilbijartinê. Atmosfera hatiye afirandin, cihê kêfxweşî û hêviyê ye.”

Kartal bang li hilbijêrên li herêma Serhedê kir û got, “Bi taybetî bajarên Serhedê divê di vê demê de bi rola xwe rabin. Li van bajaran divê AKP nikaribe dengan wergire. Bêguman li bajarên din ên Kurdistanê hemûyan divê armanc bi heman rengî be. Lê belê li Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir û Mûşê divê Partiya Çep a Kesk pêngaveke mezin biavêje.

Em zanin ku rejîma AKP'ê li ser xelkê me yê Wanê lîstikên mezin kirine. Gelê me ji bo tolê ji vê rejîmê hilîne, divê bi xurtî tevlî Partiya Çep a Kesk bibe. Divê her 8 wekîlan wergire, li Wanê AKP'ê têk bibe. Ev têkbirin jî divê dîrokî be.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.