Wan pêla pêşî şikand

Çarşem 20 Nîsan 2022 - 22:33

  • HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker, di çarçoveya êrişa êvara 17'ê Nîsanê de ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwest ku hêzên xwe li gelek giran deyne, lê belê di her hewldana xwe de encam bi dest nexist. Bi taybetî li Çiyareş, Şikefta Birîndara, Karker, Kurêjahro û Werxelê, li berxwedana destanî ya hêzên me yên gerîla rast hat. Hêzên me yên gerîla li van deverên berxwedanê, derbên giran li dagirkeran xistin. Di roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê de bi giştî 32 dagirker hatin kuştin. Ji pêşengên vê berxwedana destanî ji fermandarên me yên leheng hevala me Şaristan li deverê berxwedanê ya Karker, milîtanên wêrek hevrêyên me Navdar û Rêdûr jî li devera Kurêjahro şehîd bûn.”

HPG´ê ji bo şehîd Şaristan Farqîn got, “Hevrêya me Şaristan sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Wê xwest her kêliya xwe bi fêhmkirina felsefeya Rêbertî û jiyaneke li gorî wê derbas bike. Ji sala 2016'an û pê ve jî weke fermandareke pêşeng li qadên Xakurkê û Avaşînê bi erka xwe rabû. Weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng a serdema nû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anîn.”

HPG´ê ji bo şehîd Navdar Mazî got, “Hevrêyê me Navdar sala 2014'an li Amedê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî civaka Êzîdî kir, li hemberî êrişên dagirker çû Şengalê û li hemberî faşîzma DAIŞ’ê şer kir. Çawaniya xwe ya leşkerî her dem geş kir û bû fermandar. Heval Navdar herî dawîn li qada Kurêjahro ya Zê gerîlatî dikir. Di 17’ê Nîsanê de wî Kurojahro ji dagirkeran re kir dojeh.” 

HPG´ê ji bo şehîd Rêdûr Kobanê jî got, “Heval Rêdûr sala 2019’an tevlî nav refên gerîlayan bû û piştî perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî bû gerîlayekî jîr. Di 17’ê Nîsanê de ew jî di nav tîma pêşîn de bû ku derb li dijmên dagirker xistin.”

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.  Agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha ne:

* Şaristan Farqîn (Semra Tekîn) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Nîsbet û Mehmet Salîh, 17'ê Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

* Navdar Mazî (Bûrhan Demîr) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Hayriye û Cemîl,17'ê Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

* Rêdûr Kobanê (Ferhat Ehmed) ê li Kobanê ji dayik bûye, kurê Xalîse û Emer, 17'ê Nîsana 2022´yan li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.