- ŞanoWan xwe ji Mîhrîcana Şanoyê ya 3’yan a ji 23´yê Îlonê heta 30’ê Îlonê re amade dike.
ŞanoWan xwe ji Mîhrîcana Şanoyê ya 3’yan a ji 23´yê Îlonê heta 30’ê Îlonê re amade dike.
Li Wanê ŞanoWan ji sala 2017’an ve xebatên xwe dike û wê di navbera 23-30’ê Îlonê de bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” cara 3’yan Mihrîcana Şanoyê pêk bîne. Ji Mihrîcana li ser dika ŞanoWan ya li Perîhan AVM´ê ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê 8 rojan wê dewam bike, amadekarî hatin destpêkirin. Di mihrîcanê de 10 lîstik wê bên nîşandan.
Mihrîcan wê bi lîstika “Jiyan ji te pirr hez dikim (Hayat Seni Çok seviyorum) dest pê bike. Nivîskar-helbestvan Îlhan Samî Çomak ê 28 sal in di girtîgehê de ev lîstik nivîsandiye. “Hey lo, dîsa tev li hev bû” ya ŞanoWanê bi dawî bibe.
Lîstikvana ŞanoWanê Bêrîvan Bûdakbeyoglû, yek ji 4 kesan e ku xebatên mîihrîcanê bi rê ve dibin. Bêrîvan Bûdakbeyoglûyê xwest hem beşdar û hem jî temaşevan bi cilûbergên herêmî tev li roja destpêkê ya mihrîcanê bibin.
Bêrîvan Bûdakbeyoglûyê got, lîstikeke din a giring ku dê di mihrîcanê de were lîstin, lîstika “Jineke hişyar dibe” ye: “Ev lîstik di rastiyê de dê di warê cih û pozîsyona jinê ya civakê de diyarker be. Lîstikeke serkeftî û xweş e.”
Wê bang li her kesî kir ku tev li mihrîcanê bibe.