Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di beşa duyemîn a bernameya taybet a Stêrk TV de berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê şirove kir.

Bayik li ser şerê gerîla yê li Zap, Avaşîn û Metînayê diyar kir ku ev şer êdî ne tenê şerê PKK'ê ye û got, "Ev şer şerê gelê Kurd e, şerekî neteweyî ye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê piştgiriyê bidin têkoşîna gerîla." 

Bayik li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên qutkirina avê û got: “Bi qutkirina avê şantajê li dijî gelan dike. Yanî dibêje, eger hûn li dijî min bisekinin, hûn nekevin xizmeta min, ez ê jî jiyanê li we heram bikim. Bi vî şeklî dixwaze bike ku gelê Kurd teslîm bibe, gelên herêmê teslîm bibin.” Bayik ev weke sûcê şer bi nav kir û yên li hemberî vê bêdeng jî weke şirîkê vê sûcî destnîşan kir.

Cemîl Bayik li ser pirsa der barê rewşa Şengalê de jî weha got: “Tifaqek di navbera Iraq û Hewlêrê de li ser Şengalê hate kirin. Hinek dewletan jî heta Neteweyên Yekbûyî jî got, ew dixwaze ew tifaq pêk bê. Diyar kir ku ew li pişt wê tifaqê disekine. Ew tifaq li ser şaşitiyeke mezin pêk hat. Yê ku tifaq kiriye kî ne? Iraq, Hewlêr e. Yê ku li Êzîdiyan xwedî derneketin, yê ku Êzîdî teslîmî qirkirina DAÎŞ kir, Iraq û Hewlêr e. Lewma gelê Êzîdî wê qebûl nake. Dibêje, 'yê ku em li holê hiştin, em teslîmî DAÎŞʼê kirin bêyî me ji bo Şengalê tifaq kirin. Armanca wê careke din li ser me ferman e'. 

Êzîdî jî dibêjin, 'Em bimirin jî dîsa em qebûl nakin'. Ev mafê wan e. Lazim e mirov Êzîdiyan, gelê Şengalê fêhm bike.”

Cemîl Bayik bal kişand derewên hin derdoran ên naxwazin Êzîdî vegerin cih û warê û xwe got: “Banga min jî ew e; li ku derê Êzîdî hene, bizîvirin biçin gundê xwe, malên xwe, erdê xwe. Xweseriya Şengalê jî vê dixwaze. Lewma divê her kes vê ji bo xwe bike esas, berê xwe bide Şengalê, biçe Şengalê. Bi hev re li xweseriya xwe xwedî derkeve. Eger îro vê pêk neynin, wê careke din nikaribin vê pêk bînin. Careke din nikarin ji fermanê xilas bibin, fermaneke din jî wê dawiya wan bîne. Lazim e her kes vê bi vî rengî fêhm bike.

NAVENDA NÛÇEYAN