• Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryar da vegere gundê xwe Dirêcîkê. Şemûn dibêje, "Welatê xelkê ti carî nabe welatê mirov, kesayet tenê li ser xaka pêşiyên me temam dibe.

RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO

Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryar da vegere gundê xwe Dirêcîkê. Şemûn dibêje, "Welatê xelkê ti carî nabe welatê mirov, kesayet tenê li ser xaka pêşiyên me temam dibe. Min bi saya berdêlên QSD`ê xewna xwe bi cih anî." 

Li navçeya Tirbespiyê ya ser bi kantona Qamişloyê, Êzîdî li gelek gundên bakurê navçeyê dijiyan, ji wan yek jî gundê Dirêcîk e. Gund bi pirrengiya niştecihên xwe tê naskirin; Misilman, Êzîdî û Suryan. Lê piştî qanûna sererastkirina çandiniyê ya serdema hikumê Cemal Ebdulnasir a 1958-1961`ê û dûre jî Kembera Erebî di 1974`an de, bi hezaran malbatên herêma Cizîrê ji ber siyaseta hikûmeta Beesê ya desteserkirina erdên wan û rewşa debarê, koçber bûn.

Hikumeta Beesê erdên wan malbatan desteser kirin û li kesên ji gundê Heleb û Reqayê belav kirin. Malbata Şemsedîn Şemûn a Êzîdî jî neçar ma koçberî Elmanyayê bibe û wekî gelek malbatên din ên Êzîdî li wir bijî.

Piştî Şoreşa Rojava, Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryara vegera li welatê xwe da.

Şemsedîn Şemûn dibîje, piştî hikûmeta Beesê zeviyên Êzîdiyan desteser kirin, welatî neçar man koçber bibin û rewş welê bû ku liba zeytûnê li hev parve bikin.

Li gundê Dirêcîk 14 malbatên Êzîdî hebûn, lê koçber bûn û tenê 4 malbat mane. Her wiha malbatên Suryan û Kurd jî ji ber heman siyasetê koçber bûn. Şemsedîn da zanîn ku hîna jî şopa malên wan dimîne.

Şemsedîn Şemûn sala 1975’an ber bi Elmanyayê ve çûye û ev 44 sal in li wir dimîne. Şemûn got, van salan wî her tim hêviya vegera li gundê xwe dikir û îro bi saya berdêlên QSD`ê ya ku ewlehî misoger kiriye, wî xewna xwe bi cih aniye. 

Şemsedîn Şemûn bang li malbatên Êzîdî kir da ku vegerin warê xwe û di nava civak û mîrateyên xwe yên dîrokî de bijîn.