- Malbatên girtiyan ên ku li Amed û Îzmîrê çalakiyên Nobetên Edaletê dabûn destpêkirin, xwestin bila girtiyên nexweş û girtiyên kuı cezayê wan qediyane, werin berdan.
Malbatên girtiyan ên ku li Amed û Îzmîrê çalakiyên Nobetên Edaletê dabûn destpêkirin, xwestin bila girtiyên nexweş û girtiyên kuı cezayê wan qediyane, werin berdan.
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 96’an de berdewam dike. Doh dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan a di çalakiyê de axivî, da zanîn ku ji bo zarokên xwe 95 roj jin di çalakiya edaletê de ne û got: “Lê belê hêj jî edalet nehatiye, daxwaza me ya edaletê ne ji bo zarokên me têne ye, ji bo hemû kesan e.”
Dayik Boltan, diyar kir ku îro (doh) bi telefonê bi lawê xwe re axivî ye û wiha berdewam kir: “Lawê min di telefonê de got ev 3 meh in tena serê xwe di qawişekê de dimîne. Çima wisa nêzî zarokên me dibin? Ji ber Kurd in êşkenceyê li wan rewa dibînin. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e.”
Li Izmîrê jî çalakiya malbatan heye
Malbatên girtiyan li Baroya Izmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" li dar xistin û çalakiya malbatan 6 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin. Hevjîna Abdulbahrî Yildirim ê ku li girtîgeha Şakranê girtiyê nexweşiyên wî yên wekî astima kronîk, fetika pişt û guatir heyî Hanîm Yildirim, di çalakiya îro de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan. Hanim wiha axivî: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û li malê bên tedawîkirin. Hevjînê min 29 sal in girtî ye. Li girtîgehê emeliyat bû. Em dixwazin dema cezayê wî xilas bû bila bê berdan. Divê tedawî bibe û lê niha di hicreyê de tê girtin. Bi hinceta pandemiyê di karantinayê de ma û ev tişt bandoreke neyînî li ser tenduristiya wî kir. Em carek din banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş dikin û bila girtiyên ku cezayên wan xilas bûn bila bên berdan."
AMED/IZMÎR