Deng bidin azadiyê

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:56

  • Xizmên girtiyan ên ku bi pêşengiya dayikan tev li çalakiya bi dirûşma “Deng bide azadiyê” bûne, diyar kirin ku ew xwedî li daxwazên zarokên xwe derdikevin û ew di çalakiya xwe de bi israr in. 

Di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê li 74 navendan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi çarçoveya kampanyayê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û demkî kirin. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû, yên ser telefonê û derketina dadgehan kirin. 

Her duşem li ber girtîgehan 

Di heman demê de malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi Nobeta Dadê kiribûn. Malbatên girtiyan çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. 

Xizmên girtiyan biryar dan ku di hemû rojên duşemê de li pêşiya 6 girtîgehan daxuyaniyê bidin. Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de ku rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî piştgiriyê didin, duh li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî hat dayîn. Dayikên tev li çalakiyê bûn, girîngiya çalakiyê vegotin. 

Heta ku tecrîd hebe.. 

Ji xizmên girtiyan Afîfe Kartal da zanîn ku ew ê çalakiya xwe ya Nobeta Dadê bi vê qonaxê bidomînin û wiha got: “Em ê çalakiya xwe biisrar bidomînin. Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hebe, wê tecrîda li ser me jî bidome. Em ê dev ji vê dozê bernedin. Zarokên me yên girtî di tecrîdê de ne. Bi meha ye min agahî ji zarokê xwe negirtiye. Nizanim ka baş e yan nebaş. Em ê doza wan biparêzin. Em ê her hefteyê li pêşiya girtîgehê bin.” 

Em aştiyê dixwazin 

Ji dayikan Meryem Soylu jî got ku heta Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe û ev tişt anî ziman: “Divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Em êdî ne rakirina tecrîdê, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Heke ew azad bibe wê edalet bê vî welatî, wê azadî bê û gelên Kurd û Tirk bi hev re û wekhev bijîn. Lewma em daxwaza aştiyê dikin. Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Ji bilî vê tu daxwazên me nînin.” 

Em ê li zarên xwe xwedî derkevin 

Nazîme Boltan jî got “Em êdî li pêşiya girtîgehan di çalakiyê de ne” û ev tişt anî ziman: “Hewl didin çalakiyên me asteng bikin. Lê heta em encamekî bi dest dixin dê çalakiya me bidome. Em ê xwedî li daxwazên zarokên xwe derkevin.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.