Nobeta Dadê li deriyê zindanan dide
Duşem 6 Gulan 2024 - 00:07
Nobeta Dadê ya ku bi pêşengiya Dayikên Girtiyan dest pê kiribû û bi mehan li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê dom kiribû, rengê xwe diguhere. Bi pêşengiya dayikan wê li ber derê girtîgehan çalakiya ‘’Deng Bide Azadiyê’’ were kirin.
Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çaresekirina pirsa Kurd a bi rengên cihê didome. Girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn û di 4’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kiribûn. Çalakî bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû yên bi malbatan re, hevdîtina telefonan û derketina dadgehan didome.
Wê li deriyê zindanan bidin
Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi çalakiya Nobeta Dadê kiribûn û di 14’ê nîsanê de bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Xizmên girtiyan dê di 6’ê gulanê de bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED) li pêşiya girtîgehan daxuyaniyê bidin. Dê li Amed, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Edeneyê li pêşiya girtîgehan bi awayekî hemwext çalakiya “Deng bide azadiyê” bên lidarxistin.
Deng bide azadiyê
Wê li pêşiya girtîgehan daxwazên girtiyan bên vegotin. MED TUHAD-FED’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û wiha got: “Tu jî tevlî çalakiya Deng Bide Azadiyê bibe û em bi hev re bibin dengê girtiyan.”
ANF/AMED