Têkoşîna Şenyaşar divê geş bibe

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:09

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî  serdana Emîne Şenyaşar kirin û gotin,’’ Divê têkoşîna Yadê Emîne were geşkirin û bibe dengekî hevpar.’’

Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, bi kurê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeta xwe ya dadê ya li ber Wezareta Dadê ya Tirk di roja 93’an de dom kir.

Emîne Şenyaşar di çalakiya xwe de got divê kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Parti), Konfederaysona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Meclîsa Jinan a Egîtîm Senê, Kolektîfa Demokrasiyê ya Sosyalîst (SOLDER) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) çû serdana Emîne Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar da zanîn ku yên ku zarokên wê qetil kirine li derve ne lê kurê wê girtiye û got divê kurê wê bê berdan.

Parlamenter Ferît Şenyaşar jî got dayika wî 6 sale di vê rewşê de ye û dadrêsiyê dixwaze.

Berdevka Demî ya TOP’ê Pelîn Kahîlogullari jî axivî û got: “Dad ji bo Şenyaşaran nehatiye wê neçe tu derê welat. Têkoşîna dayika Emîne divê bê geşkirin û bibe dengekî hevpar.”

Endama lijneya kordînasyona SOLDER’ê Denîz Can Aydin jî axivî û got,’’ malbata Şenyaşar mînakek girîng a têkoşîna dadê ye.’’

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.