Di doza Şenyaşar hemû girtî hatin berdan

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:45

Rûniştina 8’an a zoa Şenyaşarak li Dadgeha Cezayê Giran a Meletî hate kirin. Dadgehê piştî navberê biryara tehliyeya hemû bersûcan da. Dadgehê derbarê bersûcan de biryara “hefsa malê” da û danişîn taloqî 21’ê sibata 2025’an kir. 

Parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê qetilkiribûn. Pêvajoya darizandina bûyerê berdewam dike. Piştî êrişî ji bo êrişa li dijî kargeha malbata Şenyaşar û êrişa li nexweşxaneyê du lêpirsînên cuda hatibûn destpêkirin. Pişt re dosya kiribûn yek.   

Rûniştina 8’an a doza ji her du aliyan 4 jê girtî derbarê 30 kesan de hatiye vekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate lidarxistin. Girtî Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê wî û her du birayên wî hatin qetilkirin ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Amedê bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bû. Bersûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê tên ragirtin bi SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bûn.

Emîne Şenyaşar a ku di komkujiyê de hevjînê xwe û du kurên xwe hatibûn kuştin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li rûniştinê nebû. Parêzerên malbata Şenyaşar amade bûn.  

Hemû girtî hatin berdan

Dozger, daxwaza tehliyeya hemû bersûcê girtî kir û xwest ku lêpirsîn were berfirehkirin.  

Parêzerên malabata Şenyaşar ên li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirtin, îşaret kirin ku daxwaza tehliyeyê ya dozger di cih de ye û daxwaza tehliyeya Fadil Şenyaşar kirin. Parêzerên bersûcên din jî heman daxwaz kirin.  

Dadgehê piştî navberê biryara tehliyeya hemû bersûcan da. Dadgehê derbarê bersûcan de biryara “hefsa malê” da û danişîn taloqî 21’ê sibata 2025’an kir. 

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.