Yadê Şanyaşar çalakiyê didomîne

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:44

Yadê Emîne Şenyaşar a ku xizmên wê ji alî AKP’yiyan ve hatibû kuştin û  ji ber nexweşiya xwe ev demek bû çalakiya xwe taloq kiribû ji niha û pê de wê  li Seroktiya Meclîsê ya Tirk bidomîne

Emîne Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya Edaletê ji Rihayê veguhestibû ber Wezareta Dadê ya Tirk û  çalakiya xwe ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê navber dabûyê li ber Serokatiya Meclisê ya Tirk bidomîne.  

Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê wê demê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibûn qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê ya di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmeha 2023’yan de veguhest ber Wezareta Dadê. Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê demek bû navber dabû çalakiya xwe biryar da ku çalakiya xwe veguhêze ber deriyê Serokatiya Meclisê.  

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê ye piştî ku saet di 11.00’an de li Meclisê daxuyanî dan ku wê çalakiya xwe ji cihê lê mayî berdewam bikin. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.