Li Başûrê Efrîkayê li Parka Xwezayê ya li Hermanusê pêr kamerayekê wêneyê Eyloyekî ji mêj nedîtî girt. Ji vî cûreyê eylo re, Eyloyê Şerî tê gotin. Kameraya ku wêneyê eyloyî girtiye, kamerayek e ku li beriyê tê danîn û weke xefkê wêneyan digire. Di bin pencên eyloyî de jî mirov dikare karxezalekê ji hev derxe. Ev karxezal jî yên Feynbos (Fynbos) in ku li devera bi heman navî ya Efrîkaya Başûr li ser çiyayên ber perê behrê hene li Western Cape û Eastern Cape.
CAPE TOWN