- Qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” li Wargeha Holê doh di roja 4`an de li beşê duyemîn ê kampê bi rê ve çû.
Qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” li Wargeha Holê doh di roja 4`an de li beşê duyemîn ê kampê bi rê ve çû. Li kampê unîformayên leşkerên Tirk ên dagirker hatin dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” ya ji bo Wargeha Holê ragihand. Operasyon di roja 5´an de dewam dike.
Di roja 4’an de doh li beşê duyemîn ê Wargeha Holê dewam kir. Ev beşê kampê jî taybet e ji bo penaberên Iraqî.
Destpêkê penaber hatin agahdarkirin da ku kes ji konên xwe dernekeve. Piştre hêzên pêngavê bi erebeyên zirxî ketin nava beşê duyemîn ê kampê û dest bi lêgerînê kirin. Bi baldariyeke mezin piştî lêgerînê penaber ji bo nûkirina sicîlan hatin komkirin.
Xanî û tunel çêkirine
Tişta herî balkêş jî li vî beşê Kampa Holê unîformeyên leşkerên Tirk ên dagirker hatin dîtin. Ev jî belgeyeke nû ye ya ku têkiliya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê îsbat dike.
Di encama lêgerînê de tunelek û xaniyên ku bi blokan hatibûn çêkirin, hatin dîtin
Hêjayî bibîrxisitinê ye ku avakirina xaniyan di nava wargehê de qedexe ye.
Tê texmînkirin ku şaneyên veşartî xwe di wan xaniyan de vedişêrin, her wiha perwerdeya li ser fikra tundraw û terorîstî yê DAIŞ`ê dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn tunel û xaniyên blokan xirab kirin. Her wiha gelek konên penaberan ku şaneyên veşartî dest danîbûn ser û wekî navendeke perwerdeyê û mêjîşûştinê bi kar dianîn, hatin dîtin. Ew kon jî ji aliyê hêzên pengavê ve hatin rakirin.
Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li beşê duyemîn ê Kampa Holê dewam dikin
QSD’ê pêr ragihandibû ku di 3 rojan de 27 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û gelek tûnêl hatin tespîtkirin û dagirtin.
Di 20`ê Çile de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî Girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir. Hin çeteyên ku QSD ew girtin, li xwe mikur hatin ku wan êrişa li dijî girtîgehê bi perspektîfên yekser ên dewleta tirk a dagirker pêk anîne.
Ew her wiha li xwe mikur hatin ku Kampa Holê, piştî berdana çeteyên li girtîgeha Xiwêranê, armanca wan a duyemîn bûye. Belê, şervanên QSD`ê bi Operasyona "Gurzê Gelan" heta 26`ê Çile, şerê van çeteyan kir pîlanên çeteyan pûç kirin.
ANHA/HOL