• Swîsreyê 49 tuxleyên camkirî yên ji serdema Manayiyan teslîmî Îranê kirin. Ev tuxleyên qaçaxçiyan hewl dida wan bifiroşin ji Kurdistanê, ji Bokanê ne. Gelo ev tuxle wê vegerin mala xwe yan wê li Tehranê biçin xerîbistaneke nû?

Bi giştî 49 berhemên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine dizîn, û qaçaxçiyan hewl dida li Swîsreyê bifiroşin, hatin girtin. Rayedarên Swîsrî ev berhem di encama biryareke hiqûqî de li Îranê vegerandin. Lê Îran wê wan gelo li Bokana lê hatine dîtin vegerîne yan li muzexaneyeke li paytexta xwe Tehranê bi cih bike nayê zanîn. Ev 49 berhemên hanê tuxle ne yên ku ser wan bi rengên camî hatiye neqişandin. Ev tuxle 9 kîlometroyan dûrî Bokanê li ser girê Qelayçî hatine dîtin. Ew ji serdema Manayiyan mane yanî ji sedsala 8 û 7 beriya mîladê ne.

Wezîrê Mîrasa Çandî, Tûrîzm û Berheman ê Îranê Elî Esgar Mûnesan ev nûçeya hanê bi gotinên, “Koleksiyoneke tuxleyên biriqandî û xemilandî yên ji girê Qelayçî yê li Bokan in, heta bi sedsala 7´an û 8´an beriya mîladê diçin, ji Swîsreyê vegeriyan mala xwe.” şîrove kir. 

Rayedarên Swîsrî Îran agahdar kirin

Ev tuxleyên hanê li gorî agahdariyên rayedaran di salên 1970´yî de hatine dîtin. Hingê arkeologê pisporê Îranê yê Elman, Wolfram Kleiss kolanên arkeolojîk li Bokanê, li Girê Qelayçî kiribûn. Roja vegerandina van berheman ji Swîsreyê û roja vî arkeologî 90 salî wefat kir jî eynî roj e. Yanî 20 Kanûna 2020´an.
Wezîrê Îranî îdîa dike ku wan karî bi hewldanên mezin van berheman vegerînin. Lê di rastiyê de gava malbateke Îranî li Swîsreyê hewl dida wan bi qaçaxî bifiroşe berhem hatine girtin û rayedarên Îranî jî hatine agahdarkirin. Yanî ji 2012´an ve rayedarên Swîsrî ew agahdarkirine ku malbateke Îranî xwestiye 49 tuxleyên dîrokî yên bi camê sergirtî û neqişandî bifiroşe. 

Axir di encama miracaeta fermî ya Îranê de bi rêyên qanûnî biryara vegerandina van berheman li Îranê pêk hatiye. 

Mizgînî ji bo wezîr e

Ka gelo berhem wê li cihê xwe yê eslî yanî Bokanê vegerin yan na, nayê zanîn. Lê belê li Muzeya Neteweyî ya Îranê ya li Tehranê wê pêşangehek ji bo nîşandana van tuxleyan bê organîzekirin. Qet nebê wezîrê Îranî Mûnesan vê agahiyê weke mizgînî radigihîne.   

Li Bokanê, li Girê Qelayçî heta niha gelek berhemên bi camî sergirtî û neqişandî hatine dîtin. Hin ji van berheman yekreng (Monokrom) in  hinên din pirreng in. Ev berhem yan li Muzeya Urmiyeyê yan jî li Muzeya Neteweyî ya Îranê ya li Tehranê tên nîşandan.   

Ji pêşiyên Medan Manayiyan mane

Gelo berhemên li Îranê vegeriyan wê li Urmiye, yanî nêzî cihê lê hatine dîtin bên nîşandan yan li Tehranê. Ew ê ji bo Kurdan diyarker be ka kêfa xwe bînin ev berhem li Îranê vegeriyan yan na. Ji ber ku li Îranê nîşandana van berheman jî têra xwe wan ji welatê wan qut dike. 

Ev berhem ji serdema şaristaniya Manayiyan mane. Ev şaristanî di hezarsala yekê beriya mîladê li Rojhilatê Kurdistanê bi tesîr bû. Di sedsala 9´an beriya mîladê de Melikê Asûriyan Şalmaneser behsa wan dike. Di serdema Melikê Urartuyê Rûsayê Duyem de jî (685-645 beriya mîladê) behsa vê şaristaniyê tê kirin. Bi seferên Skîtan û xurtbûna Medan re ew jî êdî weke Med hatin qebûlkirin û wan jî xwe bi nasnameya Med da nasîn. 

TEHRAN