Tuwanaya Hitîtan paytext bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Tebax 2022 - 21:09

  • Tuwana ji bilî rola pira siyasî, bi roleke pira pevguherîna çandî jî rabûye. Serê pêşî meliktiyê nivîsa hîyeroglîf û zimanê Lûwî bi kar anîbû ji bo danûstandina fermî. Lê hizra belav ew e ku paşê wan alfabeya fenîkyayî bi kar anîye û ev alfabe di ser wan re gihiştibe Yewnana kevin. 

REWŞAN DENIZ

Tuwana bajarekî kevnar ê Hitîtiyan e ku lê melikekî cihî rûniştibû. Piştî dagirkeriya Tirkan a li Anadolê, navê navçeya Tuwana lê îro bûye Kemerhîsar, li wilayeta Nîgde. Tuwana yek ji bajarên navendî yên Împaretoriya Hîtîtiyan bû. Piştî hilweşîna Împaretoriya kevin jî ew bû paytexta Împaretoriya nû ya Hîtîtiyan û di serdema Sûro-Hîtîtî de jî ew paytext bû. Piştî ku împaretoriya Roma li deverê bû dest hilat ew veguherî bajarekî Rûman. 

Arkeolog û dîrokzan li hev dikin; Tuwana ew bajar e yê ku di arşîvên Hîtîtiyan de navê wî weke Tuwanuwa tê hildan.

Li gorî hin çavkaniyan navê kevn ê bajêr Thoana bûye û melikekî Trakyayê ew damezrandiye.

Ew li ser deşteke bi xêr û bêr hatibû danîn û li ser rêyên bazirganiyê yên ber bi Klîkya, Derya Spî ve bû di heman demê de li ser rêyên ji Rojhilat ber bi Rojava ve jî qonaxeke muhim bû.

Ji ber van xisletên xwe ew hem zûzûka dewlemend bû, lê her wiha çandeke xurt î bi pêş xist. Di warê siyasî de jî paşê wê bibûya navenda împaretoriyê. 

Di navbera rojava û rojhilat de

Di nîvê yekem ê hezarsala 1’ê beriya mîladê de Tuwana hîna bajarekî tampon bû di navbera du hêzên hingê yên super de: Frîgyayiyên li rojava û Asûriyên li rojhilat. Li gorî çavkaniyên Asûrî, melikê Tuwanayê Ûşhîtî bû û bac dida melikê Asûrê Tîglat Pîleser ê Sêyem. Dem bi temamî ne diyar be jî texmînî di navbera 745 û 737 beriya mîladê de.

Melikekî din ê Tuwanayê yê tê nasîn Warpalas e. Rolyefê wî li ser zinarekî nêzî Ivrîzê heye û ev rolyek ji sedsala 8´an beriya mîladê maye. Di rolyefê de melik Warpalas îbadetê dike ji xwedayê bahozê Tarhunza re. Rolyefekî din ê wekî wî li Borê jî hatiye dîtin, lê li ser wê rolyefê tenê melik xuya dike. 

Warpalas weke melik muhim bû, lewma ew bi rola pira di navbera rojhilat û rojava de radibû. Melikê Frîgyayiyan hingê Mit-ta-a (belkî jî melikê efsanewî Mîdas bi xwe be) bû. Meyla wî ew bû bi melikê Asûriyan Sargonê Duyem re muzakereyan bike. Ji bo vê jî lazim bû di erdên Tuwanayê re bibihûrin. 

Pevguherîna çandî

Tuwanayê ji bilî vê rola siyasî, bi roleke pevguherîna çandî jî rabûye. Serê pêşî meliktiyê nivîsa hîyeroglîf û zimanê Lûwî bi kar anî ji bo danûstandina fermî. Lê hizra belav ew e ku paşê wan alfabeya fenîkyayî bi kar anîbe. Mirov dikare li ser kîtabeyeke li serê rolyefê melik Warpalas heye bibîne ku ev alfabe hatiye bikaranîn. Bi heman rengî ji hizrên belav e ku alfabeya fenîkyayiyan ji Tuwanayê ketibe nava Yewnana kevin. 

Bi belavbûna Medan re Tuwana kete bin hukmê wan, paşê jî kete bin hukmê Axamenîşan. Piştî dagirkeriya Skenderê Zulqerneyn jî bajar kete bin hukmê împaretoriyên Helen û Romî. Cihoka avê ya li ser kemberên avê, ji berhemên Romayê ne ku li bajêr ava kirine. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.