- Pişemasî cûreyên wan gelek in û bi rengên cûda di bin avê de dijîn. Lê cûreyek ji wan yê bi navê “Turritopsis nutricula” (Turitopsisê piçûk) heye ku pirr balkêş e.
Pişemasî cûreyên wan gelek in û bi rengên cûda di bin avê de dijîn. Lê cûreyek ji wan yê bi navê “Turritopsis nutricula” (Turitopsisê piçûk) heye ku pirr balkêş e. Ev cûre heta hetayê dikare bijî û qet namire!
Zanyarên ku li ser vê taybetmendiya wan lêkolîn kirin di dawiyê de gihiştin encamekê û sedema nemirina wan bi madeyê weke “jole” ve girêdan. Yanî ew madeyê weke çilêzê yê ku bi deste meriv ve dizeliqe û zû bi zû jê nabe. Ev pişemasî bi saya vê jole ango çilêzê dikare heta hetayê bêyî ku can bide bijî û li heyatê bimîne. Beriya ew bimirin dubare xwe nû dikin û dîsa tên heyatê.
Destpêkê ew weke hêkekê tê dinyayê û werdigere lavrayê. Xwe bi vî awayî li ser keviran digerîne û herî dawî bi navê medusa gelek pişemasî peyda dibin ji van hêkên li ser kevirên bin avê.
NAVENDA NÛÇEYAN