Turnuva bi dawî bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 8 Îlon 2023 - 00:22

Turnuvaya Futbolê ya Binarê Qendîlê îsal bi navê Şehîd Diyar Xoşnaw û Befrîn Rêbaz hatibû destpêkirin. Turnovaya ku ji aliyê Şaredariya Binarê Qendîlê û Komela Ciwanên Welatparêz ve hatibû organîzekirin, 24 tîmên futbolê tê de beşdarbûn. Turnuva pêr bi şev bi lîstina tîmên gundê Pişt Aşan û Endzê bi dawî hat. Maça fînalê li gundê Bokrîsan bi amadebûna gelek welatî û kesayetên deverê hat lîstin.

Di lîstikê de gundê Pişt Aşan bi 3 gol li beramberî 2 golên tîma gundê Endzê bi serket û xelata îsal ya turnovayê bidest xist.

Em ê li ber xeta xiyanetê rabin

Di merasîma xelatdayînê de Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm axivî û got: “Turnova bi tevlîbûna 24 tîmên ji devera Raperîn, Wertê û Qesrê pêk hat. Armanca lidarxistina vê turnovayê pêşxistina lîstika futbolê ya li vê deverê ye, her wiha armanca nêzîkbûna hev a ciwanan û giringîdana bi jêhatiyên ciwanan e.”

Piştre li ser navê Ciwanê Welatparêz ên Binarê Qendîlê Mihemed Elî jî axivî û got: “24 salin Rêber Apo ji bo mafên Kurd, Kurdistan û mirovahiyê di girtîgeha Îmraliyê de, di jêr êşkence û tecrîda herî giran de ye. Li beramberî her cûre êrişên dijmin berxwedaniyek mezin nîşan dide û girtîgeh veguherandiye qada têkoşînê. Li aliyê din jî xiyanetkarên navxwe bûne astengek mezin ji bo gihiştina azadiyê. Di demekî de ku gerîlayên qehreman ji bo xak û nîştiman şer dikin, xiyanetkarên navxwe jî berdewam li gel dewleta Tirk a dagirker di nav hevkariyê de ne. Weke Ciwanên Welatparêz yên Binarê Qendîlê, li beramberî hemû xiyanetkaran em ê xwedî helwest bin. Em dibêjin heta hêz di me de hebe em ê li ber xeta xiyanetê rabin. Heta gihiştina azadî û wekheviyê em ê bi rêbaza têkoşîna Rêber Apo xebat û têkoşîn bikin.”

ROJNEWS/BINARÊ QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.