Tundî pratîka desthilatdariyê ye
Pêncşem 31 Tîrmeh 2025 - 03:00
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, der barê qetilkirinên jinan de axivî û got: “Em vê bi israr dibêjin. Tundiya li ser jinê patolojiyek şexsî nîne. Ev bi giştî têkiliyek hêzê ye, pratîka desthilatdariyê ye.”
Jin yek bi yek tên qetilkirin û rapora pêşnûmeya Komîsyona Lêkolîna Der Barê Pêşîgirtina Wekhevî û Tundiya li Hember Jinan a Meclîsê ava kiriye, li şûna hêviyê, bêhêvitiyê diafirîne. Di raporê de li şûna gavên şênber ji bo elwehiya jinan bên avêtin, pêşniyarên ji çareseriyê dûr cih girtin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya der barê mijarê de axivî.
Peymana Stenbolê û 6284'an divê
Adalet Kaya der barê komîsyona hatiye avakirin de û xebatên hatine meşandin de axivî. Adalet Kaya wiha got: “ Li hember desthilatdariyê bertek ava bû û hat gotin ku pêşî li cînayetên jinan nayê girtin. Divê Peymana Stenbolê û 6284 bi bandor pêk bê. Divê tedbîrên li dijî pratîka bêcezahiştinê bên girtin.”
Bersiv neda telefonan
Adalet Kaya di berdewamiyê de anî ziman ku di raporê de gelek mijar tune ne û dixwazin navbeynkariyê bînin û wiha got: “Ev pêvajo dij-demokratîk pêş ket. Teşeyê amadekirina raporê, ragihandina wê, bi lez bi encam kirin. Nêzîkatiya wan ‘me kir, me xwest em çareser bikin’ bû. Bêguman me rêxistinên jinan bi awayekî cidî îtîraz kir. Me şerha xwe nivîsî. Me ragihand. Me daxuyanî da. Lê serokê komîsyonê derneket telefonên me. Telefonên me venekir.”
Tundî pratîka desthilatdariyê ye
Adalet Kaya balkişand ser sala malbatê jî û ev nirxandin kir: “Di raporê de pêşniyarên çareseriyê yên wek rehabîlîtasyonê tên pêşniyarkirin. Em vê bi israr dibêjin. Tundiya li ser jinê patolojiyek şexsî nîne. Ev bi giştî têkiliyek hêzê ye, pratîka desthilatdariyê ye. Desthilatdarî xwe xwediyê jinê dibîne û ji ber vê ev pêş dikevin. Mixabin nokteya îro em lê ne îlankirina sala malbatê ye. Erdogan ji bo sala malbatê dibêje ‘belê rêjeya welidînê ketiye. Ev ji bo me krîzek girîng e.’ Me ev mijar jî di komîsyonê de axivî. Bi rêbazên paşverû dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo vê divê şert û mercên jinan bên başkirin. Lê mixabin polîtîkayek îronîk û riyakar heye.”
JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI