Tu kes nikare dengê me qut bike

Duşem 10 Sibat 2025 - 03:20

Rojnamevanên ku ji nêzîk ve zêdetirî mehekê ne li  Bendava Tişrîn û derdorî wê berxwedan û êrişên dagirkeriyê ya Tirk û çeteyên wê dişopînin, berxwedan, çîrok û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê vedibêjin.

Hîvîdar Heranî

Mirov nikare bi gotina wê rewşa gel a li vir bide îfadekirin. Em hevrêyên Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çawa wan ev rê şopand û rastî ragihand in. Me jî xwest bi gel re bibin û vê rastiya li vir ragihînin. Gava yekem gihiştim bendavê hema min dîmenên wan ê wê kêliyê ruhê zindî hewl da tomar bikim. Ez kameraya Nazim û Cîhan hildim, ji cihê mayî dewam bikin. Ez pir bextewerim ku yek ji endamê Çapemeniya Azadim, dengê gelê xwe ji cîhanê re radigihînim. Heta dawî emê şopdarê heqîqetê bin, çi li vir çi jî li devereke din.  Kameraya me li erdê namîne. Tu kes nikare dengê me qût bike, emê mafê gelê xwe ji cîhanê re ragihînin.

Egîd Roj

Li ser vê bendavê gelek çîrokên bi êş û lehengî derketin û me şahidî jê re kirin. Gelê me ev meheke li vir bu ruhê xwe di nava nobedê de ye û li ber xwe didin. Tevî ewqas êriş gel bi israr li gel ewladên xwe ne û diyar  dikin ku dev ji vê axê û ava xwe bernadin. Divê hemû rojnamevan  erkekî xwe yê mirovî û wijdanî bibe bê bûyerên li vir rû didin bişopînin. Êrişên li vir tên kirin derveyî hiqûqê û mafê mirovane. Sûceke şer û derveyî pîvanên mirovahiyê ne. Li aliyêdin hedefkirina rojnamevanan jî sûceke din ê hiqûqa navneteweyî ye ku dewleta Tirk li  vir dike ye.

Nûjîn Serxwebûn

Hevrêyên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji bo rastiya li vir, şer û têkoşîna li vir ragihînin canê xwe kirin qûrban şehîd bûn. Wan rê nîşanî me dan û bi saya wan li virin. Me kameraya wan li erdê nedan, dibin deng û rengê heqîqetê. Berxwedan, şer û êriş û bomberdûman di nava hev de ne. Xweşî nexweşî û serketin bi hev re dijî. Di rewşeke wilo de bûyîna çav û dengê wê ji bo me cihê pîroziyê ye serbilindiyê ye. Weke gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê bendavê sûcên der mirovî tên kirin. Gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Rojnamevan birîndar bûn. Êdî divê sînorke ji vê hovîtiyê re bê danîn.

Berxwedan Hemo

Li vir me coş, hêz û moralê gel dît, mirov çiqas bixwaze bîne ziman nikare îfade bike. Gel li vir destan dinivîsin. Di kêliyên bomberdûmana li ser gel de bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Tişrînê’ û ‘Berxwedan Jiyane’ bersiv didan êrişan. Mîna ku peyam bide me; ‘çi dibe bila bibe em dev ji vir bernadin’. Gel gihiştiye wê yekê ku hebûna wane. Em dixwazin weke çavê siyemîn bûyer û pêşketinên li vir rû didin ragihînin. Ew jî heqîqeta li vir bibînin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.