DÎREN DÎCLE ERDEN/LONDON
Suna Alan xebata xwe ya single a bi navê “Tu Bihata” bi etîketa Red Musicê weşand. Gotinên stranê ji şiireke Arjen Arî hatine girtin. Awaz bi xwe ya Suna Alan e. Single ji doh ve li ser platformên dîjîtal ên muzîkê peyda dibe. Ji bo singlê, Berdîn Pamukçu li gîtarê da, Giulio Granchelli li gîtara bas da, Atakan Gozetlik li trompetê da, Guneş Karaduman li trombonê da û Omer Aslan rîtmên sînglê çêkirin. Bariş Guney sîngle aranje kiriye.
Suna Alan ji bo sîngla xwe ya nû dibêje, “Helbestên Arjen Arî di helbesta hevçax a Kurd de xwedî cihekî bi tesîr in û xurt in. Ez dereng mam, lê sedema wê, ez wisa difikirim, ew bû ez karibim hêjayê vê yekê bim û têra xwe bipijim.”
Suna Alan da zanîn ku ew ê ji çend helbestên din ên Arjen Arî re jî awazan deyne.