Tu bi xêr hatî Safiye

În 16 Hezîran 2023 - 01:54

Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku ev saleke bêhtir e di girtîgehê de bû, di rûniştina ewil a dozê de hate berdan.

Safiye Alagaş bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ev saleke girtî bû. Rûniştina ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Alagaş û parêzerên wê di rûniştinê de amade bûn. Endamên Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan tevlî rûniştina dozê bûn. Piştî parastina Alagaş û parêzer Resûl Temûr, dadgehê biryara berdana Alagaş da. 

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.