
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, doh serê sibehê pitikek keç ji dayik bû. Dayik û bavê wê Sîdar û Mazlûm Koç, navê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Izmîrê de hatibû qetilkirin, li pitika xwe kir.
Sîdar û Mazlûm Koç, di peyama têkildarî mijarê de, gotinên dayika Deniz Poyrazê, Fehîme Poyraz bi bîr xistin û got, "Dayika Fehîme dema ku hê cenazeyê keça wê li erdê bû got, 'Denîzek biçe wê bi hezaran Denîz bên'. Sekna dayika Fehîme remza sekna gelê Kurd e. Em jî weke malbatên beriya xwe, gotinên ji gotinên dayika Fehîme tişta dikeve ser milê me, digirin û navê Denîz Poyraz li pitika xwe ya nû welidiye dikin."
Beriya niha li Şirnex û Mêrdînê jî malbatan navê Denîz Poyraz li pitikên xwe kiribûn.
MÊRDÎN















