Heta hesab ji qatilan bê pirsîn
În 17 Hezîran 2022 - 21:18
- Jinan di salvegera qetilkirina Denîz Poyraz a yekê de soza dewama têkoşîna edaletê da û got, “Roniya Denîzê wê tariyê ronî bike.”
Jinan di salvegera qetilkirina Denîz Poyraz a yekê de soza dewama têkoşîna edaletê da û got, “Roniya Denîzê wê tariyê ronî bike.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Bi Hev Hezdar in a Izmîrê ji bo bibîranîna Denîz Poyraz a sala par rojeke wek doh li avahiya HDP’a Izmîrê hat qetilkirin, li Qada Cumhuriyetê bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de dovîzên “Dem dema Denîzan e” hatin hildan û dirûşmên “Denîz Poyraz îsyana me ye” û “Jin jiyan azadî” hatin gotin. Dayika Poyraz, Fehîme Poyraz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tev li bernameyê bûn.
Fehîme Poyraz dayika Denîzê got: “Denîza min bi hezaran jinên wek te hevrêyên te hene.”
MA/IZMÎR