Doza Denîz Poyraz: Biryar hate eşkerekirin

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 04:51

Di rûniştina Doza Denîz Poyraz de, cezayê heta bi hetayê yê girankirî û 9 sal cezayê girtîgehê li kujer ê faşîst Onûr Gencer hate birîn.

Doh doza darizandina Onûr Gencer ê faşîst ku bi piştgiriya dewletê avêt ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û Denîz Poyraz lê qetil kir, hebû. Di rûniştina 7'emîn a dozê de biryar hate eşkerekirin. Heyeta dadgehê ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, ji sûcê "zerardana li mal" 4 sal cezayê girtîgehê, ji sûcê "binpêkirina destnedana avahiyê" 2 sal cezayê girtîgehê û ji sûcê "binpêkirina qanûna çekan" 3 sal cezayê girtîgehê li kujer Gencer birî.

ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.