Rojda ji bo Deniz stran çêkir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Tîrmeh 2021 - 03:14

Hunermenda navdar Rojda ji bo endamê HDP’ê Deniz Poyrazê ku di 17’ê Hezîranê de li avahiya HDP´ê ya Izmîrê hate qetilkirin, stranek got û li ser kanala xwe ya youtubeyê ev klîp parve kir. 

Rojda, li ser hesabê xwe yê twîttirê strana bi navê “Deniza Me” parve kir û got, ew vê stranê ji bo Deniz Poyraz gotiye. Her wiha, Rojda di peyama xwe de diyar kir ku ev stran ji bo wan mirovan e ku hez ji Deniz dikin: “Ev strana ku ez ji bo Deniz distirêm, bila ji bo hemû mirovên bedew ên ku dilê wan ji bo Denîz lêdide be.” 

‘Ev çîroka gelê me ye’

Piştê weşandina stranê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser hesabê xwe yê twitterê lînka stranê bi peyamekê parve kir. 

HDP´ê di vê peyama xwe de got, hunermend Rojda, çîroka Denizê ya ku li Izmîrê hatiye qetilkirin bi deng û awaza xwe gotiye: “Hunermenda navdar Rojda, çîroka Deniza me ya li Izmîrê bi bêbextî hate kuştin bi deng û awaza xwe vegot. Ev çîroka gelê me ye, lê em ê vê zilmê û bêbextiyê teqez biguherînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.