Edalet hê pêk nehatiye
Şemî 17 Hezîran 2023 - 02:16
DELAL AKYUZ/MA/IZMÎR
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz anî ziman ku du sal di ser qetilkirina keça wê re derbas bûne, lê hê jî edalet pêk nehatiye û got, "Ji bo ku berpirs hesab bidin, heya em sax bin, em ê têbikoşin."
Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Izmîrê bi çekê Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî bûyerê polêsên Tirk, demekê mudaxileyî bûyerê nekiribûn û gava Gencer daketibû jêrê jê re gotibûn "keko navê te çi ye?" û ew kiribûn nezaretê. Hingê dayika Denîz Poyrazê, Fehîme Poyrazê, peyama "Denîzek çû, dê hezar Denîz bên" dabû.
Serdozgeriya Komarê ya Izmîrê îdianameya li dijî kujer amade kiribû. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebeda giran û ji ber sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê", "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" jî 7 sal ceza li Gencer bê birrîn.
Di danişîna 7'an a 27’ê Kanûna 2022´yan de, heyeta dadgehê, danişîn bê parêzer bi rê ve biribû û biryara xwe eşkere kiribû û cezayê muebeda giran û 9 sal ceza li Gencer birrîbû.
Deniz bi me re ye
Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyraz, got 2 sal di ser qetilkirina Denîzê re derbas bûne, lê hê jî êşa wê wekî ya roja ewilî ye: "Keça min her tim bi me re ye. Ez wiha his dikim weke ku hê jî sax e. Carinan ez dibêjim qey li malê ye. Şehîd hemû wiha ne. Ruhê hemûyan bi me re ye. Ji lew re ji bo zimanê xwe, ji bo nasnameya xwe hatin qetilkirin."
Fehîme Poyrazê got, piştî qetilkirina Denizê, gel xwedî li wan derketiye: "Gelê me kir ku em li ser pêyan bimînin. Her kes li cem me bû. Xwedîderketina gelê me, em şanaz kirin. Hê jî ji Şirnexê, ji bajarên din mirov tên serdana me."
Bila ‘hesab bê pirsîn
Fehîme Poyraz got, di doza keça wê de edalet pêk nehatiye: "Kujer Onûr Gencer, ji dadger û dozger re got, 'Min terorîstek kuşt. Divê hûn min xelat bikin.' Keça min kuştiye û radibe van tiştan dibêje. Nexwe hin kes li pişta wî ne."
Poyraz xwest kesên alîkariya kujer Gencer kirine û hêza li pişta wî bê dadgehkirin û got, weke malbat heta ku sax bin, ew ê dest ji vê dozê bernedin heta hesab ji berpirsan hemûyan neyê pirsîn.