Weqfa Mezopotamyayê, Şanoya Bajarê Amedê û Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn bi hevre “Tora Çand û Hunera Kurdî” damezirandin.
Weqfa Mezopotamyayê ji bo armanca damezirandina “Tora Çand û Hunera Kurdî” got; “Em bi armanca têkoşîna li dijî rîskên ku dezgehên çand û hunerî yên kurdan pêk tên, li ber xwe didin û Tora Çand û Hûnera Kurdî dadimezirînin. Karê me ew e ku em daxwazên xwe xurt bikin, hevgirtinê bi pêş bibin û bi çalakîyên kolektîf xwe berfireh bikin. Kesên ku dixwazin dikarin bibin endamê Tora me!
Bi piştgirîya VAHAyê armanca me ew e ku ji bo standard kirin û afirandina termînolojîya çand û hunera kurdî û herweha ji bo çalakîyên afirîner, derfetên nû derxin holê. Her wiha, bi çalakîyan wekî xebatên termînolojîyê, rojên sînemayê, rojên şanoyê û hwd xebatên xwe berfireh bikin. Em hêvîdar in ku ev hewldanên me yên li ser xebatên çandî û hunerî û herweha afirînerîya li ser zimanê zikmakî nîqaşan bikin û gotara giştî dewlemend bikin.”
AMED