Topxanên dagirkeran betal nakin
Yekşem 29 Gulan 2022 - 21:21
- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh sibehê jî topxaneyên xwe ji bo sûcên şer betal nekirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh sibehê jî topxaneyên xwe ji bo sûcên şer betal nekirin. Wan gundê Tûxar ê li bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker doh sibehê gundê Tûxar ê li bakurê bajarê Minbicê bi hawan û çekên giran û navîn, topbaran kiriye.
Pêr jî artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê li bakurrojavayê Minbicê, gundên Seyade û Yalinlî topbaran kiribûn û 10 top li her du gundên navbirî ketibûn. Her wiha gundê Um Cilûd ê bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran û navîn hatibû topbarankirin.
MINBIC